Konê sersaxiya malbata efînî li Kampa Serdemê hate vedan

Bi dehan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên efrînî yên di 19’ê Hezîranê, di qezayek tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn re, xwestin. Konê sersaxiyê li kampa Serdem a kantona Şehbayê hate vedan.

Meclisa Kampa Serdemê konê sersaxiyê li qada kapê veda. Efrîniyên ku di encama qezeya tirafîkê de ku di 19`ê Hezîranê, li ser rêya Hesekê ji dest dabûn ev in: Mihemed Reşîd Elî (65), hevsera wî Medîne Abdullah (55), kurê wan Şêrvan Mihemed Elî (33), kurê birayê Medîne Mihemed Xelîl (53) û efrîniyê bi navê Mihemed henîf Bîlal (38).

Nûnerên Rêveberiya Xweser, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Malbatên şehîdan, Meclisa kantona Şehbayê û tevahiya şêniyên Efrîn û Şehbayê yên ku niha li gund û navçeyên kantona Şehbayê bi cih bûne herikîn bin konê sersaxiyê.

Mersîma sersaxiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk Mihemed Hemdûş û hevserokê herêm Efrînê Bekir Elo axivîn.

Her duyan sersaxî ji malbatên re xwestin û hevgirtina hemûyan bi malbata efrînî re û berdewamkirina şêniyên Efrînê berxwedana xwe tevî zehmetiyên ku rastî wan tên tekez kirin û dê serkeftinê bi dest bixin û Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

Konê sersaxiyê dê heta êvara roja Duşemê vekirîbe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir