Konferanda 2'yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bi diruşmeya "Şehîd pêşengên leheng in ku di oxira siberojeke ronî, edalet û wekheviyê ji bo gelê welatê xwe de berdêlên giran dane", konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Konferans bi beşdarbûna 350 delegeyan ji malbatên şehîdan, rêveberên meclisên Reqa û gundewarêwê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Dêrazor, Kobanê, Minbicê, Cîzorê li hola Tac a bajarê Reqayê li dar ket.

Hola civînê bi wêneyên şehîdan û pankartên  "Şehîd pêşengehên me yên manewî ne, ji bo avakirina pêşerojeke ronî ji zarokên me re giyanê xwe dane" û "Bi pêşengtiya jina azad em ê li hemberî astengiyan bisekinin" hat xwemildandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, ji bo rêvebirina konferansê endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ve hat kirin.

Leyla Mistefa lidarxistina konferansa duyemîn li malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Em bi armancên xwe ve girêdayî ne heta Sûriyeke nû, Sûriyeke aştî û hezkirin ava bikin. Em ji malbatên şehîdan re dibêjin ku em bi keda û fedekariyên zarokên wê li vir in. Em bi we serbilind in û em ê xeta şehîdan bişopînin heta armacên wan pêk bînin. "

Bi navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî axivî û got: "Silavên ji dil û wijdanê ji kesên ku ji bo jiyaneke azad û bi rumet canê dane, dema gotin em ji bo we xwîna xwe didin gotina xwe pêk anîn. Malbatên şehîdan ji bo azadî û adaletê berdêlên giranbuha dane."

Di konferansê de bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê endama rêveber Meryem Îbrahîm, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Semsa Salih û bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Ebdo Reqa axivîn.

Di axaftinana de lidarxistina konferansê hate pîrozkirin û rola şehîdan a rizgarkirina herêmê ji terorê hate destnîşankirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dûbarekirin.

Remedan Remedan rêziknameya meclisê xwend. Piştî nîqaş, pêşniyar û guhertinan rêzikname hate êrkirin.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. 24 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hatin hilbijartin û Remedan Remedan û Şemsa Salih ji bo rêvebirina meclisê hatin hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din