Konferansa 2'yemîn a Kongreya Star a kantona Hesekê bi dawî bû

​​​​​​​Konferansa 2’yemîn a Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi dirûşma "Bi Têkşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin" hat li darixstin, bi biryarên girîng  û hilbijartina koordînasyona nû bi dawî bû.

Konferansa 2’yemîn a Kongreya Star a kantona Hesekê ku bi beşdarbûna 125 delegên kongreyê vê sibehê li Xwarginageha Teyfûr hate destpêkirin bi biryarên girîng bi dawî bû.

Di konferansê de rapora du salan a xebatên Kongreya Star ji aliyê endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star a  kantona Hesekê Neda Salih ve hate xwendin û nîqaşên girîng li ser hatin kirin.  Her wiha rewşa jinên Kantona Hesekê hate nirxandin.

Di nîqaşên girêdayî rewşa rêxistinî de bal hate kişandin ser girîngiya xurtkirina koordîneyê di navbera saziyan de ji aliyê bîrdozî ve, piştgiriya jinên kantonê di hemû aliyan de, çareserkirina pirsgirêkên wan û hişyarkirina ji bandora zewicandina zarokan.

Ji bo xurtkirina rêxistina jinê li kantonê biryarên girîng hatin girtin. Ji wan;

-Ji bo pêşxistina kar û xebatê, proje ji jinên navçe û gundan re bên pêşxistin.

-Ji bo avakirina civakeke demokratîk û bihêzkirina jinan di warê edaletê de, têkoşîn li hemberî têgehên paşverû yên ku li pêşiya jin dibin asteng were kirin.

-Projeyên aborî yên ji bo jinan werin pêşxistin.

- Xebatên komîteyê komînan li bajarok û navçeyan werin birêxistinkirin.

-Asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê were bilindkirin da ku koçber vegerin warê xwe. Di vê çarçoveyê de bi diruşmeya "Tu jin bê rêxistin namîne" pêngav werin lidarxistin. Her wiha komîteyên biçûk li gund û taxan werin avakirin da ku bighêje hejmarek mezin a jinan.

-Bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê akademiyên Kongreya Star li Hesekê werin vekirin.

- Xebatên li ser esasê azadiya Rêber Apo bên domandin.

-Piştgirî ji jinên ciwan ên li kantonê li hemberî têgehên paşverû were kirin, xebatê jin di warê çandê de were pêşxistin.

Piştre, hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Evîn Paşo, Lîlav Hisên, Bêrîvan Îsmaîl, Şukriya Mihemed û Narîman Ehmed bûn endamên Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê. Her wiha komîteyên: Perwerde, Parastin, Aborî, Ragihandin, Kevana Zêrîn, Şaredarî, Edalet, Tenduristî  û Civakî.

Endamên nû hatin hilbijartin soza şopandina xeta şehîdan û netewa demokratîk û têkoşîna azadiya jinan dan.

ANHA


Mijarên Din