Konferansa 4’emîn a Yekitiya Parêzeran dest pê kir

Bi dirûşma "Peyama parêzeriyê bicihkirina zagonan û parastina mafan û pêkanîna dadmendiya civakî ye" konferansa giştî ya 4’emîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li Hola Beylesan a navçeya Amûdê û bi beşdariya 200 delegeyan dest pê kir.

Konferansa giştî ya 4’emîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi beşdariya hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Enwer Muslim, hevseroka Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) Zelal Cîger, nûnerên Rêveberiya Xweser ên herêmên Cizîrê, Firatê û herêmên Şehbayê û nûnerên Meclisa Edaleta Civakî bi rê ve diçe.

Tê payîn ku beşdarên konferansê rêziknameyê û girîngtirîn xebatên yekitiyê yên berê nîqaş bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din