Konferansa Ciwanên Şoreşger bi biryaran bi dawî bû

Konferansa Ciwanên Şoreşger a li bajarê Qamişlo bi girtina biryaran û hilbijartina du berdevkan bi dawî bû.

Bi dirûşma ‘Piştgirya Berxwedanê bikin, li ber xwe bidin da ku faşîzim hilweînin’ Konferansa Ciwanên Şoreşger li Navanda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo ya Qamişlo bi tevlîbûna 500 delegeyên ciwan ên ji derverên cuda yên herêma Cizîrê vê sibehê destpêkiribû.

Piştî axaftina Berpirsê  Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, rapora xebatên salekê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xwendin, paşê jî senevîzyoneke li rola ciwanan di şoreş û buharên ereban de li hemberî pergalên dîktator hate nîşandan.  Paşê nîqaş destpê kirin.  Beşdaran rola ciwana a belavkirina fikrê netewa demokratîk û rakirina hişmendiya kapîtalîzmê û ya DAIŞ‘ê, girîngiya perwerdekirina ciwanan û belavkirina fikrê demokratîk, aktîvkirina rola ciwanan di werzîşê nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan jî pêşniyar hatin kirin. Ji wan avakirina komîteyeke hevbeş li ser asta herêma Cizîrê wekî Komîteya Çand û Hune û Komîteya Zanist û Perwerdeyê.

Piştre rêziknameya ku ji 5 bendan pêk tê hate erêkirin. Ji bendanên rêzikanameyê; Tevgera Xwendekarên Demokratîk û ciwanên di nava partiyên siyasî dikarin xwe di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê xwe bi rêxistin bikin.

Piştî nîqaşan biryar derketin holê:

"-Ji bo rizgarkirina fîzîkî ya rêbertî heta dawî tekoşîn bilind kirin û di nava çalakiyan de bûyin

-Ji bo şikandina tecrîdê bê navber tekoşîn her alî de meşandin erka me ya serekeye.

-Em ê berxwedana ku bi pêşengtiya jina kurd li zindanan dest pê kir û tevahî dunyayê belav bû xwedî derbikevin û Ji boku em dengê xwe bi qêrîna van berxwedanan re bikin yek emê bi hemû hêza xwe kar bikin.

- Em ê şehîdên vê berxwedanê weke pêşengê vê pêvajoyê ji bo xwe esas bigrin û bibin layiqê wan.

-Dagirkirina efrînê beşek ji siyaseta dagirkirina rojava û bakûrê sûriye. Ji bowê heta em efrînê rizgar nekin wê heremên din jî di ewlehiyê de nebin.

-Li hemberî hemû cureyên fuhuş, madeyên hişbir û zarar deyina ji nirxên şoreşe re xwedî helwest bûyin û hesab xastin wê esas were girtin.

-Tevlîkirin û aktîv kirina jinên ciwan di komîteyên parastina cewherî ya ciwanan de.

-Li beramberî xebatên ku di çarçoveya şerê gel yê şoreşgerî de tê meşandin xwe berpirsiyar dîtin û aktiv karkirin wê were esas girtin."

Di dawiya konferansê de du berdevkên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê hatin hilbijartin û meclisên ji 5 endaman "Ciwanên PYD, TEV-DEM, Yekîtiya Xwendekaran, Komîteya Parastinê û Komîteya Ragihandinê" hate avakirin.

ANHA


Mijarên Din