Konferansa HPC-Jin a yekemîn dest pê kir

Xebatên konferansa HPC-Jin a yekemîn bi dirûşma "Parastina te mayîn û hebûna te ye û mîsogeriya azadiya te ye" li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Ji bo geşkirina rola jinan di aliyê parastina civakê ji tevahî êrişên hundirîn û derve, birêxistinkirina rola wê bi awayekî baş di civakê de, her wiha dîtina rêbazên çareseriyê ji bo astengiyên li pêş jinan, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) konferansa yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rimêlanê yê girêdayî Qamişlo li dar dixe.

Konferans bi beşdariya 62 delegeyên ji HPC-Jin, amadebûna şandeyek ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û YPJ’ê dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê, koordînatora Kongreya Star Asya Abdullah axivî û konferans li şehîdên canê xwe di rêya azadî û mafên jinan de daye, pîroz kir. Asya Abdullah wiha got: "Li Kurdistanê di vê merheleyê de pêşdeçûn bûyerên bilez û girîng çêdibin. Ev merhele li gorî gelê Kurd, merheleya sepandina hebûnê ye."

Asya Abdullah behsa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku jinan roleke girîng di tevahî astan de lîst û bi vîna xwe serkeftin bi dest xist.

Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah bi balkişandina ser berxwedana Heftanînê bi dawî kir: "Serkeftina Heftanînê, serkeftina tevahî Kurdistanê ye. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker tevahî çekên pêşketî di êrişên xwe de bi kar tîne. Lê belê tevî wê jî berxwedana şervanan careke din sepand ku dê serkeftina para gelê Kurd be."

Dê di konferansê de, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser parastina rewa û xweparastinê, rapora salê werin xwendin. Her wiha nîqaş li ser rewşa rêxistinî bên kirin, rêzikname bê xwendin û li ser wê bê erêkirin.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din