Konferansa HPC-Jin bi xwendina rapora salane didome

Konferansa HPC-Jin a yekemîn bi xwendina rapora salane û nîqaşan didome.

Piştî xwendina nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî parastina rewa û xweparastinê, rapora salane ya HPC-Jin hate xwendin û ji hêla beşdaran ve hate gotûbêjkirin.

Di gotûbêjan de hate destnîşankirin ku jin hîna rastî tundiyê tên û mêrserwerî hîna azadiya wê kontrol dike. Her wiha hate piştrastkirin ku divê endamên Hêzên Parastina Civakê-Jin vê pirsgirêkê bi rêya perwerdekirina civakê çareser bikin.

Her wiha beşdaran behsa şerê taybet ê ku dewletên kapîtalîst li dijî civak û jinan bi taybet dimeşîne kir, ku di encamê de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Beşdaran destnîşan kir ku divê jinan xwe bêtir bi rêxistin bikin û asta têkoşîna xwe mezin bikin da ku li hemberî vî şerî li ber xwe bidin.

Piştî nîqaşan rêzikname hate xwendin û ji hêla beşdaran ve hate erêkirin.

Tê payîn ku konferans bi rêzebiryaran bi dawî bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din