Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin bi girtina gelek biryaran bidawî bû

 2’emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina rêziknameyê û girtina gelek biryaran bidawî bû.

Îro sibehê 2’emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan û hin mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, sazî û rêxistinên jinan, destpê kir.  

Di konferansê de gelek axaftin bi navê şandeyên beşdar, xwendin û nîqaşên rapora salekê û rêziknameyê hate kirin.

Piştî nîqaşan, hin bendên rêziknameyê piştî guhertina dirûşmeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakurê Sûriyê hate erêkirin.

Di nîqaşan de, beşdaran gelek pêşinyar der barê plana kar a pêşerojê pêşinyar kirin, beşdaran hin biryar erê kirin, jê vekirina dewreyên xurtkirina zimanê Erebî ji bo endamên pêkhateya Ereb. Vekirina dewreyên ji bo perwerdeya ser teknelojiya û kamputeran. Rêzikname ji dersên fermî di akademiyên Hêzên Ewlekariya Hundrîn de û avakirina komîteyekê erka wê berpirsyariyê ser perwerdekirina girtiyan bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din