Konferansa jinên ciwan bi biryaran û avakirina meclisa nû bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê bi dirûşmeya  "Bi felsefeya Rêber Ocalan em ê dagirkeriyê têk bibin û bi pêşengtiya jinên ciwan em ê Sûriyeke azad ava bikin" li dar kete û meclisa rêveber ji 21 endaman hate avakirin.

Bi beşdarbûna 200 delegeyan îro Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Cihê konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên têkoşîna azadiyê yên Rojava, Leyla Guven û alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Mihemed axivî  û got:  "Serkeftinên ku jinan bi destxistine rê li pêşiya hemû jianan vekir ku li azadiya xwe bigerin û hebûna xwe di her aliyan de îsbat bikin."

Medya Mihemed got: "Divê em jinên ciwan ên Sûriyê bi rêxistin bikin da ku Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin."

Her wiha endama Koordînasyona Giştî ya Kognreya Star a herêma Efrînê Almaz Romî, axivî, lidarxistina konfernasê li jinên ciwan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Di şer li hemberî DAIŞ‘ê de em gelek şehîddan heta gihiştin vê astê. Ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em layiqî şehîdan bin û destkeftiyên şoreşê biparêzin."

Almaz Romî hêvî kir ku konferans bi biryarên girîng bi encam bibe û ji jinên ciwan xwest ku têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftinan, rapora xebatên salekî ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê hate xwendin. Paşê jî belgefîlmeke li ser têkoşîna jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandan.

Beşdaran der barê pirsgirêkên li dijî jinên ciwan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Piştî nîqaşan biryar hatin girtin. Ji biryaran: "Li dijî  şidet û zewica di temenê biçûk de çalakî werin lidarxistin, jinên ciwan beşdarî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bibin, komîteyên Jinelojî werin aktîvkirin û tîmên werzîşê yên jinên ciwanan werin pêşxistin, li dijî gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî werin domandin."

Piştre, ji bo hilbijartina meclisê dengdan pêk hat. Di encamê de 21 kes wekî rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Kobanê hatin hilbijartin. Endaman li pêşiyar beşdaran sond xwarin.

Di dawiya konferansê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan, Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din