Konferansa Kongreya Star a herêma Efrînê dest pê kir

Konferansa 3`yemîn a Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşma `Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dê dagirkerî bi dawî bibe û serkeftina şoreşa jinan mîsoger bikin` li Şehbayê dest pê kir.

Îro bi tevlêbûna 160 nûnerên jin ên ji tevahiya sazî û endamên Kongreya Star, endama koordînasyona Kongreya Star a Rojava Dalya Henan, endama Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yusif, konferansa 3`yemîn a Kongreya Star a herêma Efrînê li Şehbayê dest pê kir.

Konferans li Hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar ket. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwanek ji 3 kesnan hate diyarkirin.

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dalya Henan axivî û got: “Em du têkoşîn û berxwedanan dimeşînin; berxwend û têkoşîna vegera welêt û tunekirina terorê, têkoşîn û berxwedanan li dijî zihniyeta desthilatdariyê ya ku hewl dide vîna jinan di tevahiya warên jiyanê de kontrol bike.”

Dalya Henan di dawiyê de got: “Kongreya Star di şert û mercên dijwar de ava bû. ruxmî wê jî karî dengê xwe bide bihîstin. Her wiha hejmareke herî mezin a jinan bi rêxistin kir û gihand asteke pêşketî.”

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Qedro axivî û lidarketina konferansê li tevahiya jinan û têkoşeran pîroz kir û got: “Projeya Kongreya Star projeyeke niştîmanî ye û encama baweriya jinan bi xwe ye ku dikare welêt ji vê aloziya biêş xilas bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Gelek zehmetî û astengî rastî Rêveberiya Xweser tên. Lê vîna me û domandina kar dê bibe bersîveke guncew ji wan astengiyan re.”

Cîhan Qedro destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin dozên xwe bi xwe çareser bikin û pêwîstiya wan bi aliyên derve tune ye.

Paşê rapora du salan a Kongreya Star li kantona Şehbayê ji hêla Armanc Sarya ve hate xwendin.

Tê payîn ku konferans heta saetên berêvarê bidome. Li gorî bernameya konferansê dê rewşa siyasî û qonaxên ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiyê ji hêla hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso ve werin nirxandin. Dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û pêşiyar werin girtin. Dê koordînasyoneke nû were avakirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din