Konferansa PE'yê: Divê Rêveberiya Xweser were naskirin

​​​​​​​Di encamnameya du rojî de, ya konferansa navnetewî ya Rojava ku li Brûkselê hate kirin, hate gotin sûcên şer ên ku Tirkiyê kirine binpêkirina gelek peymanan e, bang hate kirin ku rêveberiya xweser a Rojava muxatab were dîtin.

i encamanameya konferansa bi sernava Konfaransa Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye (Rojava) ku 11-12’ê Kanûnê li Parlementoya Ewropayê (PE) yate lidarxistin de, li gel tevlîbûna gelek parlemeteran, siyasetmedar, saziyên navneteweyî, lêkolîner, akademisyen, hiqûqnas û endamên çapemeniyê amade bûn.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li ser gelek mijarên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hatine kirin. Bi taybet li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya bi desteka komên cîhadî hatiye rawestandin. Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku ji bo astengkirina gotûbêjên li ser sûcên şer ên Tirkiye koçberan li dijî Ewropa û civaka navneteweyî bikar tîne, her wiha li dijî Kurdan, Suryanî, Ereb û kême neteweyên din sûcên mîna qirkirina etnîkî, dagirkirin û guhertina demografî dike. Her wiha di encamanameyê de îşaret bi wê yekê hatiye kirin ku bûyerên rû didin li dijî hiqûq û rêgezên navneteweyî ye, her wiha tê wateya binpêkirina rêgehzên ciranî, ewlekarî û aştiya navneteweyî jî.

Di encamnameyê de weke bejdarvanên Konferansa Navneteweyî daxwaz ji Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî êrîşên ‘bêperva û dij hiqûqî’ yên Tirkiye aya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye (Rojava) bi lezgîn û bibin xwedî seknekî bi biryardar.

Di encamnameyê de bi dagirkeriya Tirkiyê re peymanên navnetewî yên ku hatine binpêkirin, sûc û peymanên ku ev sûc di nav de têne pênasekirin wiha hatin rêzkirin:

Peymana Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê û Cezakirinê; li Serêkaniyê û Efrînê sûcên ku li dijî Kurdan û Ereban têne kirin dikevine nav vê çarçoweyê.

Peymana Navnetewî ya Derbarê Tasfiyekirina Her Cure Cihêkariya Nîjadî 1965: Li dijî Kurdan û kêmarên din ên ku hatine behskirin, her cure cihêkariya nîjadî hatiye kirin.

Peymana Navnetewî ya Derbarê Mafên Aborî Sosyal û Çandî ya 1976'an: Li Sûriyê li ser xakên ku hatine dagirkirin, sûcên li dijî Kurdan û gelên din bi vê çarçoweyê ne.

Peymana li dijî Êşkence û Zordariyê, li dijî Miemele an jî Ccezayê Derî Mirov û Kêmkirinê.

4 konvansiyon û protokolên wan ên zêdek ku têkilî şer li Cinêvê hatine qebûlkirin.

Peymanê derbarê bikaranîna hin çekan (ên mîna biyolojîk an jî sotîner, mayinên bejahiyê û hwd. Li Serêkaniyê û Efrînê bi rengekî deryasayî fosfora spî hate bikaranîn.

Peymana derbarê Pêşîlêgirtina Her Cure Cihêkariya li dijî Jinan: Hate destnîşankirin Tİrkiye û komên cîhanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi sîstematîk bûne hedef, mînak jî, înfaza siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hate destnîşankirin û êşkenceya li ser bedena wê hate nîşandan.

Peymana Derheqê Mafê Zarokan: Di serî de 3'yê Kanûnê kuştina 8 zarokan a li Til Rifatê ya bi bombebrana Tirk û gelek zarokên din, divê di nav vê peymanê de be.

Peymana Navnetewî ya Derbarê Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorê: Tirkiyê bixwe milîsên radîkal û rêxistinên cîhanî ava kir, perwerde da wan û destek da wan, divê ev bikeve nav vê çarçoweyê.

Di encamnameyê de hate gotin tiştên ku Tirkiye di êrîşên dagirker de kiriy dikeve ber sûcê şer û mirovahiyê, sûcê şer jî ji nîqaşê re vekiriye. Di danezanê de hate gotin sûcên li dijî Kurdan û gelên li herêmê divê bi mîsogerî li qada navnetewî were mehkûmkirin û ev daxwaza ji Parlamentoya Ewropayê (PE), saziyên YE û saziyên têkildar hatin kirin:

Bila êrîşên Tirkiyê û beşek ji dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ji hêla Parlamentoya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve bi rengekî biryardar bi temamî were mehkûmkirin.

Efrîn û Idlib jî di nav de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê artêşa Tirk û alîgirên wan ên cîhanî ji xakên ku dagir kirine divê vekişin.

Kesên ku ji malên wan hatine kirin divê bikaribin bi rengekî ewle û birûmet bikaribin vegerin.

Komên Tirk û yên cîhadî ku tevlî nav dagirkeriyê bûne û sûcê şer kirine, bila di nav lîsteya rêxistina terorîst a navnetewî de cih bigirin, mekanîzmayeke ku çavdêrî li sazkarbûna hiqûqê dike were avakirin.

Li gel Tirkiye, ji bo darizandina DAÎŞ'ê û komên din ên cîhadî û kesên ku guman ji wan tê birin sûcê mirovahiyê kirine, werin darizandin, divê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi desteka navnetewî dadgehek were avakirin. Ev dadgeh divê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî vehewîne, ji ber ku ji van hemû binpêkirinan û hemû sûcan berpirsê sereke Erdogan e.

Rêveberiya Bakur-RojhilatêSûriyê têkilî nivîsandina destûra nû ya li Sûriyê, divê tevlî Komîteya Destûrê ya bi pêşengiya NY'yê bibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê herêma ji firîna balefiran re qedexe were avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla YE, NY, saziyên navnetewî û dewletên biyanî ve were naskirin.


Mijarên Din