Konferansa Tevgera Çand û Hunerê dewam dike

6`emîn konferansa TEV-Çand a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çand û hunerê de, didome.

Li bajarokê Rimêlanê 6`emîn konferansa TEV-Çand a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarûbna 200 delgeyî ji herêmên cûda yên Bakurê Sûriyê, tê lidarxistin.

Di konferansê de Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, axivî.

Paşê şandeyên Kongreya Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê axivîn.

Di axaftinan de hat tekezkirin ku konferans di dema têkoşîna hesas de tê lidarxistin, ji hemû aliyên civakî tê xwestin ku keda xwe zêde bikin û bi taybet aliyê çand û huner.

Her wiha îşaret bi rola Tevgera Çand û Huner di nava salên şoreşê de di nûnertya rihê şoreşê û pêkanîna rêya şehîdan, hat kirin.

Paşê dîwana konferasê ku ji 5 edaman pêk tê hat avakirin.  Paşê sînevizyon der barê xebatên Tevgera Çand û Huner di nava 2 salan de hat pêşandan.

Konferans bi xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çand, huner û rola wê di nava şoreşê de, didome.

Konferans wê du rojan dewam dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din