Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Cizîrê di Tebaxê de li dardikeve

Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Herêma Cizîrê ragihand ku di 10'ê Tebaxê de konferansa xwe li dar bixin û bang li hemû ciwnan kir ku beşdarî konferansê bibin.

Komîteya Amadekar a Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi dehan ciwanan daxuyaniyek li Navenad Şehîd Serhed a Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê li dar xist.

Endamê komîteya amadekar a konferansê Can Cemal daxuyanî xwend û got: "

Li hemberî dagirkirina axa me û qirkirina Çandî, em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger rêxistinbûyina xwe xurt dikin. Bi rihê berxwedana Cenga Heftanînê, têkoşîna Gelê Kurd li her derê mezin dikin. Li ser vê esasê  di 10’ê meha Tebaxê de bi dirûşmeya “Em ê Bi Rihê Ciwanên Apogerî, Dagirkeriyê Tune bikin û Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixin” Konferansa xwe ya Herêma Cizîre li dar dixin. Li ser vî esasî em bangî hemî Ciwanên Şoreşger dikin da ku werin tevlî konferansê bibin”.

Li gorî daxuyaniyê, konferansê wê 10'ê Tebaxa 2020'an, saet di 08:00'an de li  Hola Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan, were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din