Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir

Beriya çend kêliyan konferansa yekemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 500 ciwanên ji herêmên cuda li herêma Cizîrê dest pê kir.

Bi dirûşma "Piştgiriya berxwedanê bikin, li ber xwe bidin da ku faşîzmê hilweşînin" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo konferansa yekemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ser asta herêma Cizîrê dest pê kir.

Di konferansê de 500 ciwanên ji deverên cuda yên herêma Cizîrê beşdar dibin, her wiha berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û nûnerên MSD`ê jî lê amade bûn.

Li hola ku konferans lê tê lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Ciwanên Rojava  û wêneyên têkoşerên çalakiya greva birçîbûnê hatine daliqandin.

Armanca kongreya yekemîn a ciwanan ku li ser asta herêma Cizîrê pêk tê, ew e ku berdevkên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Cizîrê hilbijêrin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl biaxive.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din