Konferansa Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi dawî bû

Konferansa 4`emîn a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi hilbijartina endamê û rêveberiyên yekitiyê bi dawî bû.

Konferansa Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê ya 4`emîn ya ku bi dirûşma "Peyama parêzeriyê bicihkirina zagonan û parastina mafan û pêkanîna dadmendiya civakî ye" li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Di konferansê de hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger axivî û da zanîn ku pêkanîna konferansê di vê demê de berxwedanek e, her wiha diyar kir ku şerê ku li ser Rojhilata Navîn di vê demê de tê kirin, çareseriya wê sîstema neteweya demokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan daniye.

Zelal diyar kir ku sîstema neteweya demokratîk xwe di Rojavayê kurdistanê de da diyarkirin, wekheviya di navbera gelan de û biratiya gelan derdixe pêş û got: "Ev yek jî bi saya yê ku xwedî lê derket gel bû û yê ku xwest vê sîstemê xira bike dewlet û dagirker bûn û yek ji wan jî dewleta Tirk bû.”

Zelal da xuyanî kirin ku siyaseta ku Emerîka û Rûsya li herêmê dimeşînin bercewendiyên xwe esas digirin û bal kişand ser giringiya pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê reجn alogênşndiyê xwe esas digirinên bi dewleta esthildarbûntiya gelan de ladariyê bisekinei xwe ye : "Dan û standina ku tê xwestin bi ser nakeve, yek dibe ku hikumeta Sûriyê hîn tê negihaştiye ku bi rastî li Bakur û Rojhilalê Sûriyê gelek xwe bi rê ve dibe, ev yek jî şaşiyeke gelekî mezin e ku hikumeta Şamê der heqê gelê Sûriyê de dike.”

Zelal da zanîn ku îro roj hiqûq ketiye bin xizmeta siyasetê de û got: "Divê yên ku guhertinê di siysetê de bide çêkirin, hiqûqnas bin, di vê aloziya siyasî de ku desthilat dide meşandin erkê herî mezin dikeve ser milê hiqûqnasan da ku mafên mirovan biparêzin.”

Paşê parêzer Enwer Mislim da zanîn ku gelek nav ji parêzeran tên dayîn lê ya giring ew e di rola parêzeran de ku edaletê pêkbînin û got: "Divê em palpiştbin ji her kesekî mezlûm re û em layîqî vî navî bin".Mislim diyar kirk u divê em li dijî siyasta AkP`ê li herêmên dagirkirî bisekinin.

Her wiha hevserokê Meclisa Zangonsaz Hisên Ezam jî axivî. Ezam da xuyakirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefan tên û got: "Me karibû van fitneyan dûrî gelê xwe bikin, ji şêniyan bi giştî tê xwestin ku li ser van fitneyan hişyarbin, wê bi vê yekê hêviyê me bi giştî pêk werin dema em xwe li derdora rêveberiya xwe ya xweser bihewînin".

Ezam bang li parêzeran kir ku divê parêzer mafê gelan biparêze û banga dadgeh navdewletî jib o çetên DAIŞ`ê ku îro roj di herêmê de xeteriyekê çêdikin bikin.

Endamê komîteya amedekar parêzer Mihemed Neîmî jî got dê di konferansê de du mijaran esas bigirin; yek jê rakirina tecrîdê li ser rêber Abdulah Ocalan, her wiha dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê.

Konferans bi hilbijartina 7 parêzeran ji bo rêveberiya yekitiyê û 2 parêzeran ji bo hevserokatiyê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din