Kongeya PYD’ê ya Amûdê dest pê kir

3’emîn kongreya  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Amûdê di bin druşma “Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriye yek nenavendî ava bikin” dest pê kir.

QAMIŞLO

Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) îro di saet 09.30’an de 3’emîn a navçeya Amûdê di bin drumşa  ‘Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek nenavendî demokratîk ava bikin’ dest pê kir. Kongre li hola Beylêsan hat lidarxisin.

Di holê de pankartên ‘Em ê bi berxwedanê şoreşê û destkeftiyan biparêzin’, alên PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin.

450 delegeyên ji navçeya Amûdê bi cil û bergên floklorî tevlî kongreyê bûn. Her wiha gelek kesayêtên partiyên siyasî, oldar, êlên eşîran, şandeyek ji Xweseriya Demokratîk, Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di kongreyê de amadebûn. 

Kongre bi deqeyêk rêzgirtinê dest pê kir.

Kongre bi axaftinên  Hevseroka PYD’ê  Ayşê Hiso didom…

(bm)

ANHA 

 


Mijarên Din