​​​​​​​Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan topbarana dewleta Tirk şermezar kir

Kongera Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lege sûcê ku dewleta Tirk li gundewarên Girkê Legê şermezar kir ku di encama wê de welatî şehîd bûn.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk erebeyek li çerxerêya gundê Til Ceman ê Girkê Legê ya kantona Qamişlo bombebaran kir û di encamê de hevserokên Nivîsgeha Edaletê, Zeyneb Mihemed û Yilmez Şero şehîd bûn.

Piştî êrişê, bi dehan şênî û endamên Kongera Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Li cihê êrişê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îhsan Şeblî bombebarana dewleta Tirk şermezar kir û got: “Rojane balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê digerin û li pêş çavên hêzên Koalîsyonê sivîlan dikin hedef. Her wiha hêzên Koalîsyonê tu bertekan li hember êrişên dewleta Tirk nîşan nade.”

Îhsan Şeblî diyar kir ku gelê Rojava ji bo hemû gelên cîhanê li hember terora DAIŞ’ê şer kir û tune kir û gelek fedakarî kir.

Şeblî bang li civata navnetewyî kir ku tevbigere da ku rê li ber êrişên dewleta Tirk bigire.

(dm)

ANHA


Mijarên Din