Kongre Star çalakiyên piştgiriya hemleya grevê didomîne

Bi diruşma "Bi berxwedana girtîgehan em ê biserkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" Kongreya Star a Herêma Efrînê çalakiya piştevaniya bi hemleya çalakgerên greva birçîbûnê, dest pê kir.

Kongreya Star a herêma Efrînê konê piştevaniya bi çalakgerên grevên birçîbûnê li qada navçeya Ehdas a kantona Şehbayê veda. Kon bi wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê yên ku di girtîgehên dewleta Tirk de ji bo rakirina tecrîda girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hate arastin.

Li gorî Koordînsiyona Kongreya Star a Herêma Efrînê dê her rojekê şêniyên navçeyekê çalakiyê dewr bigirin.

Di roja 1’emîn de tevahî endamên Koordînasiyona Kongre Star, rêveberên gund, navçeyan û yên kampên Şehba û Berxwedan, beşdar bûn.

Di vê derbarê de endama Koordînasiyona Kongreya Star Ayşe Xezne wiha axivî: "Em xwedî li hemleya greva birçîbûnê, rojiya mirinê derdikevin heta armancên me yên rakirina tecrîdê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were."

Ayşe dîwarê parçekirina Efrîn ji xaka Sûriyeyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir û bang li şêniyan kir ku têkoşîna xwe bi rihê berxwedan girtiyan û çalakgerên greva birçîbûnê xurt bikin heta jiyaneke bi azad û rumet pêk were.

Dûvre bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Muşîra Mela Reşîd axivî, piştevaniya Kurdistaniyên li derveyî welat ji bo Berxwedana Serdemê li Efrînê û Şehbayê silav kir.

Muşîra bal kişand ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi rêya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya bi biryardarî zindî dibe.

Çalakî bi axaftina endama Meclisa Efrînê Nûrşan Husên, endama Kongreya Star a kampa Berxwedan Ranya Mihemed, endama Kongreya Star a navçeya Ehdas Gulê Mihemed, dewam kir. Kesên axivîn gotin, "Vîn û têkoşîna gelê Kurd heta pêkanîna azadî berdewam e û dîrok jî berxwedana gelê Kurd li hemû herêm û girtîgehan de diyar dike. Ji lew re berxwedana grevanên birçîbûnê gihaşt vê astê û li tevahî cîhanê belav bû."

Çalakî rojane 6 saetan dewam kir. Di çalakiyê de helbest, stran û dirûşme têne gotin.

Sibe endamên Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê dê ji saet 11:00 heta 16:00 de dewir bigirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din