Kongreyê bang li Trump kir ku hêzên DYA’yê li Sûriyê bihêle

Endamên Kongreya DYA’yê daxwaznameyek ji serok Donald Trump re pêşkêş kir û diyar kir ku divê DYA rola xwe li Sûriyê berdewam bike û got ew ji komên radîkal ên li Sûriyê gelekî bi fikar in.

Di daxwaznameyê de bang li Trump hat kirin ku zexta li ser Îranê û Rûsyayê her wiha Hizbullaha Lubnanê der barê xebatên wan ên li Sûriyê zêde bike.

Li gorî El-Erebiye Net got, piraniya endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên demokrat û komarparêz der barê siyaseta DYA’yê ya li Sûriyê de bi fikar in.

Serokê DYA’yê Donald Trump di meha Sibatê de biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê betal kir. Her wiha mayîna beşeke biçûk ji hêzên DYA’yê li Sûriyê da ku zexta li ser DAIŞ`ê berdewam bike, tekez kir.

(bx)


Mijarên Din