Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê bi dawî bû

Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryaran bi dawî bû.

Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Bi rêxistin û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo mîsogeriya Sûriyeke demokrat bisepînin" bi beşdariya 225 delegeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê bi dawî bû.

Di kongreyê de axaftin hatin kirin, rapora salane ya kar û xebatên meclisa jinan a PYD'ê hate xwendin û nirxandin. Her wiha 22 jin ji bo Melcisa Jinan a Giştî ya PYD'ê hatin hilbijartin.

Kongreyê bi girtina biryaran bi dawî bû. Ji biryaran;

-Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn.

-Rizgarkirina herêmên dagirkirî ji erkên pêşîn ên xebata têkoşînê ye.

- Ji bo lidarxistina kongreyeke netewî ya Kurdistanê ya jinan destek bê dayîn.

-Li hemû bajarên Ewropayê ji bo amadekariyên kongreya 6'an û birêxistinkirina jinan li wir konferans werin lidarxistin.

-Ji bo demokratîkirina Sûriyê û çareserkirina aloziya wê xebat were meşandin.

-Piştgirî ji jinên ciwan re were kirin, werin rêxistinkirin û komîteyên wan werin xurtkirin.

-Zanebûna siyasî di nav jinan de were belavkirin û li hemberî alavên şerê taybet têkoşîn were kirin.

-Xebata dîplomasî were pêşxistin û têkiliyên wê bi partî û rêxistinên jinan ên li Sûriyê û derve werin xurtkirin.

-Pêngava "Qetilkirina jinan rawestînin" a ku meclisa me daye destpêkirin, wê berdewam bike.

-Kongreyeke taybet têkildarî binpêkirinên li herêmên dagirkirî û sûcên li dijî jinan û eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê were lidarxistin.

-Ji bo xurtkirina xebata rêxistinî, dewreyên perwerdeyê yên taybet bi jinan werin vekirin.

ANHA


Mijarên Din