Kongreya 8'an a Kongreya Star bi biryaran bi dawî bû

Kongreya 8'an a Kongreya Star bi girtina biryaran û hilbijartina koordînasyona jinan bi dawî bû.

Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jin mîsoger bikin" kongreya xwe ya 8'emîn li dar xist. 300 delgeyên ji hersê kantonên herêmê (Efrîn, Firat û Efrînê), Minbic, Heleb, Dêrazorê, Şam û Reqayê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî xwendina rapora du salên dawî ya kongreyê û nîqaşên li ser wê, rêzikanameya Kongreya Star hate erêkirin. Piştî 7 nûner wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de ev biryar hatin girtin:

- Têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi rêya çalakiyan û danasîna ramanê rêbertî bi hemû jinan were bilindkirin.

- Doza qetilkirina sivîlan ji bo dadgehên navnetewî were rakirin û danasîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Bi armanca danasîna zanista ekolojî û pêşxistina wê û girtina vê zanistî wekî esasê aborî, tenduristî û siyasî, dewreyên perwerdeyê di vî warê de werin vekirin.

-Kongreya Star, jineolojiya bingehê têkoşîna xwe di her qadan de esas digire û li ser vî esasê dê hemû rêbazên têkoşîn û berxwedana hevpar a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin birêxistinkirin, her wiha ev zanist di xizmeta civakê de sûdê jê wergirtin.

-Komîteya çalakiyan were avakirin û aktîvkirin, armanc ji vê yekê xeteke çalakiyan di neteweya demokratîk û têkoşîna azadiya jinan were avakirin.

-Têkoşîna li dijî şerê taybet û siyasetên plankirî wekî kuştin û qirkirina etnîkî berdewam bike.

- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jinan û rêgirtina li ber hemû cûreyên tundiya li ser jinan wekî zewicandina zarokan û pirjinanî çalakiyên cûda werin lidarxistin.

-Têkildarî koçberan û astengiyên ku dikişînin, ji bo dîtina çareseriyên guncaw, agahî derbarê jinên koçber de werin komkirin, rewşa wan li gorî bername û planên were başkirin.

-Ji bo şopandina dozên girêdayî rêxistina DAIŞ'ê, di warê doplomatîk de komîteyeke hiquqî were aktîvkirin.

-Jinên astengdar werin perwerdekirin û li sazî û komîtyên Kongreya Star werin belavkirin.

-Sîstemeke nû ji bo parastina zarokan, bicihanîna pêwîstiyên wan û mîsogerkirina pêşeroja wan were avakirin.

-Projeyên aborî werin vekirin da ku derfetên kar ji jinan re werin peydakirin.

-Girîng ji kooperatîfan re bên dayîn  ji bo ku encamên erênî bên bidestxistin.

-Têkoşîna doplomatîk a jinan li qadên Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê were xurtkirin û ji nûve were birêxistinkirin.

-Buro û nûnertiyên nû li Rojhilata Navîn werin vekirin.

-Ji bo endamên (Jin û zilam) ên di warê dadê de kar dikin dewreyên perwerdeyê li ser esasê nirxê azadî, edalet û demokrasiyê werin vekirin.

-Komîtya Çand û Hunerê ya Kongreya Star li dijî nejadperestî, zayendperestî, olperest zanistperest têkoşîn bike û modela demokrasî, ekolojî, jin di xeta çand û hunerê de were pêşxistin.

-Têkilî bi partiyên siyasî yên jinan li ser ease xeta sêyemîn werin xurtkirin.

ANHA


Mijarên Din