Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat: Îslamofobî xizmeta kesên tundraw dike

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku îslamofobî ji bo kesên tundraw dibe hincet û bang li rêzdayîna ji baweriyên civakan re kir.

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat  daxuyaniyek der barê nerazîbûnên cîhana îslamî piştî daxuyaniyên serokê Fransayê Emmanuel Macron ên têkildarî misilmanan da û wiha got: "Nêzîkatiyên wiha hestên misilmanan tehrîk dikin û di demekê de ku pêwîstî bi xurtkirina çanda lêborînê û diyalogên di navbera olan de heye, rê li pêşiya kînê û nîjadperestiyê vedikin.”

Kongreyê di berdewama daxuyaniya xwe de got divê serokên dewletan û rayedar dûrî xîtabên nîjadperest ên di navbera olan de bin û rêzê ji sembol û baweriyên gelan re bigirin, her wiha dûrî zimanê îslamofobî bin ku xizmeta aliyên tundraw dike.

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokrat  di daxuyaniya xwe de bang li civaka îslamî jî kir ku rê nedin DAIŞ`ê û rêxistinên tundraw ku nerazîbûnên misilmanan ji ber belavkirina karîkaturên pêxember, bi kar bînin ji bo ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê bertekên xwe bi rêbazên aştiyane dûrî tundiyê nîşan bidin û divê zimanê hezkirin û lêborînê her tim li pêş be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din