Kongreya Ciwanên Kurd li Rojava bi dawî bû

2.Kongreya Ciwanên Kurd li Rojava bi avakirina meclisa ciwanên Kurd li Rojava û biryaran bi dawî bû.

Îro li bajarê Qamişlo duyemîn Kongreyê Ciwanên Kurd li Rojava bi beşdarbûna 270 delgeyên ciwanan, 17 nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, 4 rêxistinên ciwanên Kurd, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, nûnerên saziyên civaka sivîl, KNK, TEV-DEM, nûnerên YPJ/YPG`ê û Meclisa Jinên Sûriyê,  lidar ket.

Kongrê 10 saetan dewam kir. Di kongreyê de axaftin û nîqaş hatin kirin, her wiha bendên rêziknameya hatin guhertin ji hêla piraniya delegeyan hatin erêkirin.

Her wiha biryara guhertina navê rêxistinê ji Koordînasyona Ciwanên Kurd bi navê "Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava hate erêkirin û 17 biryarên din hatin astandin. Biryar bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê endamê Dîwana Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava Ebdulxenî Umer ve hatin xwendin.

Biryarên hatin standin ev in:

"-Şopandina xeta şehîdên Rojava.

-Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava îtîrafê bi parçebûna Kurdistanê neke, ji ber ku erdîngariya Kurdistanê yek e.

- Ji bo azadiya Rêbertiyê û girtiyên azadiyê bi her awayan xebat were kirin.

-Şoreşa Rojava xeleka sereke ya avakirina Kurdistana serbixwe ye.

- Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin hêz û artêşa tekane ya parastina Rojava ye, li ser vî esasî divê ciwan tevlê wê bibin û li derdora wê kom bibin.

-Azadiya Jin bingeha sereke ya azadkirina civaka Kurdî ye.

-Şengal rûmeta gelê Kurd e, pêwîste piştgirî bi xwişk û birayên me yên Êzidî were domandin.

-Hemû ciwanên Kurd ji bo parastina Kurdistanê re berpirsyar in.

-Li hemberî şerê taybet ku li ser gelê Kurd tê kirin, têkoşînkirin.

-Li dijî çanda biyanî ku hewl dide çand Kurdî qir bike têkoşîn kirin.

- Li hemberî penabertiyê kar were kirin û bang li ciwanên Kurd werin kirin ku li welatê xwe vegerin.

- Yekitiya ciwanên Kurd bingeha sereke ya avakirina yekitiya Kurdî ye.

- Ji bo yekrêziya Kurdî KNK lêvegera meclisê ye.

-Lêgerîna çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, bi rêya Sûriyeya ne navendî ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigirin.

-Rêberiya Xweseriya Demokratîk rêveberiya fermî ya Rojava ye.

-Li dijî hemû aliyên Kurdî yên ku bi dijminên gelê Kurd re dibin hevkar, têkoşînkirin.

-Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat û berxwedan were meşandin."

ANHA


Mijarên Din