Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina koordînasyona meclisê û xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar ket.

Piştî nîqaşên berfireh li ser rapora Komîteya Amadekar a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêziknameya meclisê ji aliyê endama Komîteya Amadekar  Sîham Emoka ve hate xwendin û li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hin bendên wê hatin guhertin.

Tevgera Goran û Yekitiya Jinên Kurdistanê xelat pêşkêşî Kongreya Star ku ev kongrê lidar xistiye. Her wiha Kongreya Star şandeyên ji Başûrê Kurdistanê hatine (Partiya Azadî, Tevgera Goran, Rêxistina Zerdeştî ya Kurdistanî, Partiya Torî Haboşî, Tevgera REPAK û çalakvana serbixwe Şirîn Dorî) xelat kirin.

Ji bo hilbijartina koordînasyona meclisê dengdan pêk hat. Di encamê de 17 kes hatin hilbijartin "Jorjet Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemiya Xelo, Xewla El-Îsa, Zozan Mustefa, Stêra Qamsim, Necla Temo, Duha El-Fiteyih, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emoka, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyna Gêlo, Bêrîvan Hisên û Nusra El-Ebaka".

Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Kongrê Stêra Qasim ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

" Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi tevlêbûna 150 delegeyên ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nûnerên meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14‘ê Hezîrana 2019‘an hate lidarxistin. Rêxistinên jinan ên Sûriyê, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, çalakvanên jin ên ji Ewropa û Amerîkayê wekî mêvan beşdarî kongrê bûn.

Kongrê bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Axaftina destpêkê ya Kongrê bi navê Komîteya Amadekar a Kongrê birêz Foza Yûsif ve hate kirin. Her wiha axaftin ji aliyê mêvanan jî hatin kirin.

Di axaftinan de girîngiya damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoyê de hestiyan de ku Sûriyê tê de derbas dibe hate destnîşankirin, kongrê wekî gaveke dîrokî di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate binavkirin ku ev 8 sal in lidar ketiye.

Di kongrê de hat teqezkirin ku ev meclis dê roleke mezin di prosesa veguhertina demokratîk a  civaka me de bilîze ku em hewcedarî wê ne. Beşdaran îşaret pê kirin ku ev meclis dê bibe minareya hevbeş ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku jin dozên xwe nîqaş bikin û bi rêbazên eqilane û îradeya hevbeş çareser bikin.

Meclis di pêvajoya li pêş de dê xwedî du mîsyonên sereke bin. Yek: Parastina destkeftiyên gel û jinan, mîsogeriya beşdarbûna jinan di destûra Sûriyê ya siberojê de. Duyem: Xurtkirina zanist, exlaq, azadî û hevjiyana azad di civakê de bi rêya têkoşîna fikirî, civakî, siyasî ya hevbeş.

Beşdaran bal kişandin ku gelek serkeftin hatin qezenckirin, lê şoreşa jin hîna bi dawî nebûye. Ji ber ku jin hîna tên kuştin, şidet li ser wan tê meşandin, bi zorê têne zewicandin û ji mafên bê par têne hiştin. Lew ra divê em yekrêziya xwe bi rêxistin bikin û enerjiya xwe bikin yek da ku ti jin ji fikr û azadiya exlaq mehrûm nemîne û bê rêxistin nemîne.

Di kongrê de peymana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erêkirin û koordînasyona meclisê ji 17 endaman hat hilbijartin.

Di dawiya kongrê de dilsoziya bi şehîdên hate nûkirin ku ji bo jiyana azad û aştiyê cane xwe veda kirin. Em ê bi hêz û israrê xeta şehîdan bişopînnin heta jiyaneke bi rumet û wekhev pêk were."

ANHA


Mijarên Din