Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan dest pê kir

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin dest pê kir.

Îro li navçeya Amûdê li Hola Beylesan Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ bi beşdarbûna hemû pêkhateyên jin dest pê dike.

Parastina Hola Zana ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn yên jin û Hawarî ve tê girtin.

Her wiha pankartên ‘Dengê  jinên azad mîsogeriya jinên azad e’, ‘Li azadiya jinan xwedî derketin li nirxên jinan xwedî derketin e’ hatibû daliqandin.

Li cihê kongreyê wêneyên şehîdên jin ên Hêzên Ewlehiya Hindûrîn, YPJ, enternasyonalîst, têkoşêrên jin hatiye daleqandin.

Ji hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan ,Ermen, Kildan, Çaçan, Çerkez bi cil û bergên folklorîk tev li kongreyê dibin. Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ji 13 kesan pêk tê, şandeya akademîsyen, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, kesayetên serbixwe, jinên rewşenbîr û rexistinên jin tev li kongreyê dibin.

Ji aliyê leşkerî de YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên parastina jinan a Suryan di kongreyê de amade ne.

Tê payîn ku axaftina vekirinê endama koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif bike.

ANHA


Mijarên Din