Kongreya Meclisa Ciwanên MSD`ê bi avakirina meclisa giştî bi dawî bû

kongreya Meclisa Ciwanên MSD`ê bi avakirina meclisa giştî û pêşebiryaran bi dawî bû.

Îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yekemîn kongreya Meclisa Ciwanên MSD`ê bi dirûşmeya "Bi rêxistin û yekîtiya li ser pîvanên şoreşê Sûriyê dê rizgar bibe" hate lidarxstin. 500 endamên Meclisa Ciwanên MSD`ê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ciwanên partiyên siyasî, ciwanên ji parêzgeha Siwêda, Humis, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, cîgirê Hevserokatiya Meclisa MSD`ê Gebrayîl Şamûn, Fîdan Xelîl, ji Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso, her wiha hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.

Piştî axaftinan, kongrê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Di kongrê de rêziknameya Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk hate xwendin, piştî nîqaşkirin û hin guhertinan rêzikname hate erêkirin.

Têkildarî xebatên demên pêş nîqaş û pêşniyarên beşdaran hebûn. Ji wan pêşniyaran; semînerên zanistî li herêmên Firat û Minbicê werin zêdekirin, akademiyên ciwanên Sûriyê were vekirin, xurtkirina rola ciwanan di nava komînan de û yekkirin û pêkanîna armancên ciwanan.

Di dawiya kongrê de Meclisa Giştî ya Meclisa Ciwanên MSD`ê ji 34 endaman hatin hilbijartin.

Tê payîn ku hevserokên meclisê di civîna yekamîn de werin hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din