Kongreya meclisên PYD`ê yên Kobanê didome

Xebatên roja duyemîn ên kongreyê PYD`ê ku bi meclisên xwe yên kantona Kobanê re li dar dixe, bi axaftinan dest pê kir.

KOBANÊ

Xebatên roja duyemîn ên kongreya PYD`ê ku bi meclisên xwe yê kantona Kobanê re li dar dixe bi tevlêbûna endam, rêveberên PYD`ê û her wiha endam û rêveberên saziyên kantonê û partiyên siyasî dest pê kir.

Kongre bi dirûşma "Em ê Efrînê rizgar bikin, Sûriyeke nemerkezî, demokratîk bi rêya rêveberî û rêxistinê ava bikin" tê lidarxistin. Kongreya PYD`ê bi endamên meclisên navçeyên kantona Kobanê re di roja duyemîn de bi beşdarbûna hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û bi bi sedan endamên PYD`ê dewam dike.

Roja yekemîn a kongreyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Piştî çend saetan kongre bi dawî bû. Di dawiyê de 14 kes ji bo rêveberina xebatên PYD`ê li navçeya Qenaya ya rojavayê Kobanê hatin hilbijartin.

Îro jî xebatên kongreyê li ser asta navçeya Kobanê (bajarê Kobanê û çend gundên girêdayî wê) tê lidarxistin. Di kongreyê de dê rêveberiya meclisa PYD`ê were hilbijartin û rewşa PYD`ê li navçeya Kobanê were nirxandin.

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen di roja duyemîn de axivî û destnîşan kir ku destkeftiyên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû danûstandin û guhertinên siyasî de esas werin girtin.

Her wiha bi navê Kongreya Star Semîra Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed axivîn û nameyên partiyên siyasî ku ji bo kongreyê hatin şandin, hatin xwendin.

Tê payîn ku rêzikname û rewşa rêxistinî werin nîqaşkirin û rapora salane ya kar û xebatên PYD`ê ya navçeyê were xwendin û nirxandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din