'Kongreya Nîştimanî ya Cizîr û Firatê ji bo avakirina Sûriyeke nû gaveke bingehîn e'

​​​​​​​Jinên siyasetmedar têkildarî lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê da zanîn ku ev kongre ji bo avakirina Sûriyeke nû, gavekî bingehîn e. 

Duh MSD`ê li bajarê Hesekê Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist. Bi sedan kesayetên siyasetmedar ên serbixwe tev li kongreyê bûn.

Têkildarî lidarxistina kongreyê, jina siyasetmedar Macîde Ehmed ku beşdarî kongreyê bûbû, axivî û diyar kir ku lidarxistina mîna van kongreyan, wê bibe gavên avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û ne navendî.

'BIRYAR JI BO BERJEWENDIYÊN GELÊ SÛRIYÊ NE'

Têkildarî biryarên ku ji kongreyê derketine, Macîde ev nirxand kir: "Biryarên ku ji kongreyê derketin, ji bo berjewendiyên tevahiya pêkhateyên Sûriyê ne. Em hêvîdar in ku guhartinên bingehîn ji bo avakirina Sûriyeke nû çêbibin."

Macîde Ehmed bal kişand ser rola jinan di şoreşê de û ev yek got: "Di şoreşê de, jin bi roleke mezin rabûn. Bi berxwedan û pêşengiya xwe, hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan ava kirin û DAIŞ ku mezintirîn rêxistina terorê bû, têk bir."

Macîde bi bîr xist ku divê destûra heyî ya Sûriyê were guhartin û ji bo parastina jinê û mafên wê di hemû qadan de, qanûnên nû werin pêkanîn.

Çalakvana siyasî Suhêr El-Mizel jî bal kişand ser beşdarbûna jinan di xebatên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê de û anî ziman ku di kongreyê de jinan fikrên xwe der barê paşerojeya Sûriyê de gotin.

Suhêr hêvî kir ku ev kongre bibe gavek ji bo avakirina Sûriyeke nû ku tê de mafên hemû pêkhateyan werin parastin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din