Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê bi encamnameyekê bi dawî bû

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê bi encamnameyeke bi biryar û perspektîvên zengîn bi dawî kir.

Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê ya ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro li Hesekê li dar xistibû, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya kongreyê bi rêya kongreyeke çapemenî hate parvekirin. Nûnerê Rêveberiya Sivîl a Reqayê yê ku di komîteya şopandina biryar û perspektîvên kongreyê de cih digire Lorans El-Borsan encamname xwend.

Di encamnameyê de hate gotin: “MSD`ê bi armanca dabînkirina hemwelatîbûna wekhev û mafên tevahiya pêkhatiyên Sûriyê û xurtkirina hevbeşiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de û pêşxistina rêveberiyên xweser û sivîl 13 komxebat û rêzecivînên gelêrî li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Îro jî ew xebat bi lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê tacîdar bû. Derdora 300 delege ji tevahiya pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, rûspî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tev li kongreyê bûn.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, gelek nêrîn û pêniyar girêdayî diyaloga Sûrî-Sûrî û rêbazên tevlêbûna xebatên siyasî, bidawîkirina zordestiyê, terorê û dagirkeriyê, pêşxistina Rêveberiya Xweser û dabînkirina azadiyan, mafan û pêkanîna qanûnê, pêkanîna edaleta civakî, wekhevî, vegera ewle û dildarî ya koçberan, bidawîkirina tevahiya cureyên guhertina demografîk, serbestberdana tevahiya girtiyên siyasî û eşkerekirina çaranûsa kesên revandî û windahiyan hatin pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de bendên bernameya ku MSD`ê ji bo pêşeroja Sûriyê pêşkêş kirine û hatine erêkirin, hatin bibîrxistin:

-Divê yekitiya axa Sûriyê û rêzgirtina ji serdestiya wê re, were misogerkirin.

- Li ser bingeha biryara NY’î ya 2254’an divê aloziya Sûriyê were çareserkirin û MSD beşdarî çareseriya siyasî bibe.

- Bi hemû aliyên Sûriyê re yên ku baweriya xwe bi çareseriya siyasî tînin, bêyî cudahî, diyalog werin berdewamkirin.

- Îsal ji bo hilbijartinên herêmî yên herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilê Sûriyê amadekarî werin kirin.

- Ji nû ve sazûmaniya hin saziyên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were guhartin, da ku sîstema burokratîk kêmtir bibe.

- Kar û xebatên xebatkarên rêveberiyê ji nû ve werin nirxandin û rêveberî were pêşxistin û berfirehkirin û sîstema teknokratiyê were meşandin.

- Aştî û ewlehiya civakî were parastin, têgehên welatîbûnê bi cih bibin, aliyê din were qebûlkirin, têkoşîna li dijî tundrawan û nîjadperestiyê derkeve pêş û ji bo pêşî li fitneyan were girtin, divê hevgirtina pêkhateyan xurttir bibe.

- Di şerê li dijî terorê de divê bi piştgiriya Koolîsyona Navneteweyî piştgiriya QSD`ê were kirin, da ku ewlehî û aramî were parastin.

- Dadgeh li ser bingeha serxwebûnê werin sererastkirin.

- Divê saziyên ewlehiyê pabendî qanûn û fermanên dadgehan bin, li gorî rêgezên mafên mirovan karê xwe bi pêş bixin.

- Li hemberî gendeliyê têkoşîn were kirin û di saziyên Rêveberiya Xweser de komîteyên çavdêriyê werin xurtkirin.

- Ji bo aboriyê planên stratejîk werin danîn û xebata veberhênanê were hêsankirin û divê destpêkê rê bidin veberhênan nîştimanî.

- Rêveriya Xweser kel û pelan û madeyên sereke peyda bike, rê li pêşiya keysbaziya bazarê bigire û buhayên madeyan li gorî debara welatiyan diyar bike.

- Têkoşîna li dijî qaçaxiyê, kontrolkirina sînoran û dergehan were xurtkirin û ji nû ve biryarnameyên bacan di ber çavan re werin derbaskirin.

- Piştgiriya cotkaran û qada çandiniyê were kirin, pêwîstiyên çandiniyê werin dabînkirin û hilberîn bi rê û pêk werin firotin, nexasim sewalkarî û hilberînên çandiniyê.

- Sîstema perwerdeyê were pêşxistin, materyalên zanistî werin diyarkirin û asta kadroyên perwerdeyê were bilindkirin û ji bo îtîrafa bi bawernameyan çareseriyek were dîtin.

- Bang li civaka navneteweyî were kirin ku ji bo xebatên ji nû ve avakirinê, da ku koçber vegerin malên xwe

(şx)

ANHA


Mijarên Din