Kongreya Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê li dar dikeve

Kongreya damezrîner a Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê li hola Seyran a bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi beşdarbûna hejmarek mezin a rewşenbîr, akademisyen, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî, oldar, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên civaka Kongreya damezrîner a Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê li hola Seyran a bajarê Qamişlo dest pê kir.

Li hola kongreyê pankarên "Rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê erkeke exlaqî û netewî ye" û "Federalî çareserî ye" hatin daliqandin.

Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê partiyeke siyasî kurdî ye û rûxset ji Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê girtiye. Armanca partiyê yekbûyîna nêrînên partiyên kurdî yên li Rojava ye.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Sekretêrê Giştî yê Partiya Komarparêz a Kurdistanê li Sûriyê Ebdulxenî Hisên ve hate kirin. Hisên anî ziman ku partiya wan dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite û got Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên wê yên leşkerî û sivîl nûnertiya wan dike.

Kongrê bi xwendina peyamên pîrozbahiyê didome.

Tê payîn ku dê rêziknameya partiyê were xwendin  nîqaşkirin piştre dê bi encamane bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din