Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Qamişlo li dar ket

Di çarçoveya rêzekongreyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, îro kongreya partiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di 27’ê Nîsana 2018`an de hate damezirandin û îro li Hola Zana ya bajarê Qamişlo kongreya xwe bi slogana "Sûriyeke demokratîk a nenavendî, mîsogerkirina Rêveberiya Xweser û xurtkirina QSD`ê ye" li dar xist.

Îro Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe  bi aramanca hilbijartina meclisa partiyê ya Qamişlo û Amûdê li dar xist. Her wiha 6 kongreyên mîna vê dê piştre li Hesekê, Dêrazor û herêma Firatê li dar bikevin.

Beriya niha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kongre bi armanca birêxistinkirin û amadekariyên kongreya giştî ya meclisa partiyê li dar xistin. Tê payîn ku di meha Nîsanê de kongreya giştî bê lidarxistin.

125 delegeyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî kongreyê bûn.

Li Hola Zana wêneyên sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, pankartên "Daxwazên me azadî, aştî û edalet, jin, afrîneriya guhartin û destkeftiyan e, Rêveberiya Xweser rêya çareseriya dozan e û mafê vegerê pîroz e" hatin daliqandin.

Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê bajarê Qamişlo Muaz Abdulkerîm diyar kir ku Sûriye di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re derbas dibe, lewma partiya wan bi armanca bidestxistina azadî, wekhevî û edaletê li ser hemû astan kar û xebatê dike. Abdulkerîm bi bîr xist ku şerê li Sûriyê bûye cihê nakokiyên dewletên herêmî û cîhanî anku aliyên li herêmê tenê ji bo qezenckirina berjewendiyên xwe kar dikin.

Abdulkerîm di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk di bin navê îslama sunnî de dixwaze herêmê serwer bike û projeyên xwe yên dagirkeriyê li Rojhilata Navîn bi kar bîne, her wiha Îran jî dixwaze serweriya xwe berfirehtir bike û hîlala xwe ya şîî pêk bîne. "

Tê payîn ku kar û xebata kongreyê bi hilbijartina hevserokatiyê û meclisa partiyê şaxê Qamişlo bi dawî bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din