Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya gundewarên Babê li dar ket

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dirûşmeya "Sûriye demokratîk nenavendî..sepandina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk" Kongreya xwe ya yekemîn a gundên rojavayê bajarê Babê yên rizgarkirî li dar xist.

Kogrê li avahiya meclisa bajarokê Erîma yê rojhilatê bajarê Babê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarokê Erîma û gundên derdora wî, fermandarên giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê, şêx û rûspiyên herêmê di kongreyê de amade bûn. Cihê kongreyê bi wêneyên şehîdên Partiya Sûriya ya Pêşerojê, pankartên bi nivîsên "Na ji mezhedperestiyê re..Na ji tewperestiyê re" û "Rêveberiya Xweser ji hemû dozan re çareserî ye" hat xemilandin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endamê partiyê Ehmed El-Yûsif perspektîvên giştî yên partiyê xwend, tê de behsa nakokiyên navdewletî li herêmê, lihevkirin û komployên li dijî gelên herêmê têne kirin, her wiha rêbazên xelaskirina herêmê ji van aloziyan kir.

Ehmed, destnîşan kir ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê di pêvajoyeke nazik e hate avakirin û got, tevî hemû rageşiyan lê hevkirina gelê Sûriyê di nava partiyekê de ku diyalogên navxweyî esasî ji bo çareseriyê aloziyê digire, rêbaza herî guncaw a çareserkirina aloziyê ye û pêkanîna hêviyên gelên wê ye.

Piştre seroka Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd şertên bernamzetiya ji serokatiya meclisê, cîgir û endamtiya meclisê, mekanîzmeya hilbijartina û hejmartina dengan diyar kir. Dûvre hilbijartin destpê kir.

Li gorî piraniya dengan  7 endamên  Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya gundewarên Babê hatin hilbijartin, di nav de 4 jin in. Her wiha Ehmed El-Abo wekî serok û Meryem Zekeriya Berekat wekî cîgir hatin hilbijartin.

Ehmed El-Abo spasiya kesên  ku kongrê li dar xistin kir û got, mîna van kongreyan asta eleqedarbûna Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyê diyar dike, Partiya Sûriyê ya Pêşerjoê ku diyalogên Sûrî-Sûrî esas digire bûye keştiya ku gelê Sûriyê li hev kom bike.

Ehmed her wiha soz da malbatên şehîdan ku ku dê xeta şehîdên Partiya Sûriyê Pêşerojê bişopîne ta Sûriyeke demokratk û yekbûyî bi xak û pêkhateyên wê ava bibe.

Cara yekemîn ku şêniyên Babê di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de cih digirin.

ANHA


Mijarên Din