Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeyên Minbicê hate lidarxistin

Li Minbicê kongreya avakirin û hilbijartinên Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên navçeyên Ebû Qelqel û Til Hozan lidar ket.

Bi dirûşmeya "Sûriya demokratîk nenavendî.. Pêşxistina Rêveberiya Xweser..Xurtina Hêzên Sûriya Demokratîk" Buroya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê kongreya hilbijartinên Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên navçeyên Ebû Qelqel û Til Hozan li hola civînana a Mala Jinên ya navçeya Ebû Qelqel lidar xist.

Endamên partiyê yên navçeyên Til Hozan û Ebû Qeleq, endamên rêveberiya meclisên herêmî û komînên herdu navçeyan di kongreyê de amade bûn.

Hola kongreyê bi wêneyê şehîdên azadiyê û pankartên "Ji netewperestiyê re na.. ji mezhebperestiyê re na", Rêya gel rêya azadiyê ye", "Mafê vegerê pîroz e" û "Rêveberiya Xweser ji hemû dozan re çareserî ye" hatibû xemilinadin.

 Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya ya Pêşerojê ya Minbicê Îbrahîm El-Maşî perspektîvên giştî yên partiyê xwendin û got: "Sûriyê di pêvajoyeke çarenûsî û dîrokî re derbas dibe. Divê em dîroka xwe ya nûjen binvisînin. Ji destpêka damezirandina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê di sala 2018‘an de heta roja me ya îro em di her qadan de têkoşînê dikin da ku hêviyên gelê xwe di azadî, wekhevî û edaletê pêk bînin, rexmî rageşiyên siyasî, leşkerî û herêmî yên li dijî têkoşîna me berdewam e."

El-Maşî bal kişand ku tevger û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi projeya neteweya demokratîk karibû serkeftinên mezin di aliyên siyasî, leşkerî, rêveberî û ewlehî de pêk bînin, ji Kobanê, heta Reqa û Baxozê serkeftinên mezin di aliyê leşkerî de li dijî çeteyan hatin bidestxistin, QSD‘ê veguherî hêzêneke leşkerî mezin û xwedî giraniyeke herêmî û cîhanê. Ji ber ku gelên herêmê û yekitiya xaka Sûriyê parast. Li herêman rêveberiyên xweser û sivîl hatin avakirin ku bûne nimune li herêmê û bala tevahî hêzên herêmî û navdewletî kişand, aramî li herêmê peyda kir û tevî dorpêçê xizmetê pêşkêş dike."

Seroka Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Buroya Minbicê Ezab Ebûd jî axivî û got: "Buyerên li Rojhilata Navîn ji serhilanda gel a ji beriya 9 salan vey a banga guhertin û veguherîna demokrasiyê aloziya Sûriyê ya herî bi bandor li raya giştî ya cîhanê ye."

Ezab Ebûd destnîşan kir ku ji ber kiryarên rejîmê rewş gihaşt vê astê û derfet da hêzên navdewletî û mêtîngerî da ku destwerdanê bike, aloziyê biafirînin û opozisyonê bi çek bike, di encamê de rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê derketin û dewleta Tirk herêmên li ser sînor dagir kirin, gel bû qurbaniya vê yekê ku hat kuştin, talankirin û milkên wê hate wêrankirin, her wiha ziyanên mezin gihaşt aboriya herêmê.

Ezab Ebûd destnîşan kir ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkriina nakokiyên navxweyî bi awayekî aştiyane projeyek pêşkêş kir, armanca partiyê avakirina civakekek exlaqî, siyasî, demokratîk e."

Ji bo hilbijartina serok, cîgir û endamên meclisa partiyê ya navçeyên Ebû Qelqel û Til Hozan deriyê hilbijartinê hate vekirin. Îsa El-Kelzî wekî serok, Alya Tean cîgir û 13 endam  hatin hibijartin.

Serokê nû yê meclisa partiyê Îsa El-Kilz axivî, spasiya kesên beşdarî kongreyê bibûn, kir û hêvî kir ku li gorî baweriya şêniyan be.

ANHA


Mijarên Din