Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil dest pê kir

Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil li bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan bijîşk û xwendekarên tenduristiyê dest pê kir.

QAMIŞLO

Bi tevlêbûna bi dehan bijîşkan Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo li Hola Zana bi amadebûna 125 delegeyan dest pê kir.

Di kongreyê de ji Başûrê Kurdistanê Dr. Îvan Osê û Dr. Selam Hisen, ji Danîmarkayê Dr. Zeynep Binîcî Çetînkaya, xwendevanên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava û 125 delege amade bûn. 

Axaftinên semînervanan bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî hatin wergerandin.

‘Kongre gaveke dirokî ye’

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa xêrhatina mêvanan kir û got: “Di demekê de ku li seranserê Sûriyê qetlîam pêk tên, mirovahî têk diçe. Bi pergala neteweya demokratîk îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mirovahî ji nû ve ava dibe. Di şert û mercên herî zehmet de lidarxistina kongreyeke pisporî peyama xeta têkoşîna rast e. Ev kongreya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke dîrokî ye.”

Piştî axaftinê tekildarî sedema nexweşî û pêvajoya nexweşiya dil Dr. Zeynep Binîcî Çetînkaya, Dr. Mihemed Elî Ebdî û Dr.Ekrem Rûstem semîner dan.

Di kongreyê de dê 13 semîner têkildarî pêvajoya nexweşiyên dil û rehan ji aliyê Dr.Kazaman Issa, Dr. Ramadan Almajîd, Dr. Abdurahman Sulo, Dr. Sekho El-Mustafa, Dr. Abdullah Hemo, Dr.Ehmed El-Maş ve werin dayîn.

Kongre bi semîneran berdewam dike. Tê payîn ku kongre bi belavkirina spasnameyên ji bijîşkên ku semîner dane, bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din