Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil qediya

Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi belavkirina spasname ji semînervanan re bi dawî bû. Di kongrê de 13 semîner girêdayî nexweşiyên dil hatin dayîn.

Îro bi tevlêbûna bi dehan bijîşkan Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo Hola Zana lidar ket.Di kongreyê de ji Başûrê Kurdistanê Dr. Îvan Osê û Dr. Selam Hisen, ji Danîmarkayê Dr. Zeynep Binîcî Çetînkaya, xwendevanên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava û 125 delege amade bûn. Di nav van delegeyan de ji pêkhateyên Ereb, Suryan cih girtin.  

Cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kongreyek pisporî tê lidarxistin. Mijarên semîneran di çarçoveya dilnasî de hatibû hilbijartin. Kongrê li ser cûreyên nexweşiyên dil, asta pisporkirina doktoran û mînakên doktorên cîhanî yên ku li ser nexweşiyên dil de çaresêrî peyde kirine hat nîqaş kirin.

Di kongreyê de 13 semîner têkildarî pêvajoya nexweşiyên dil û rehan ji aliyê Dr.Kazaman Issa, Dr. Ramadan Almajîd, Dr. Abdurahman Sulo, Dr. Sekho El-Mustafa, Dr. Abdullah Hemo, Dr.Ehmed El-Maş ve hatin dayîn.

Yek ji semînervanên kongreyê Dr. Zeynep Binîcî Çetînkaya tekildarî hatina xwe ya Rojava û girîngiya kongrê ji me re nirxand.

Dr. Zeynep sala 2017‘ an de cara yekem hatiye Rojavaya Kurdistanê û dîtina Rojava bi gotina pîroz pênase dike. Piştî ku ji şoreşa Rojava bandor dibe û her sal berê xwe dide Rojava. Dr. Zeynep xebatên tenduristiyê yên li Rojava jî nêz de dişopînê û dibejê: “Ji bo alîkariya xebatên tendûristî û parvekirina tecrûbeyên xwe ez hewildidim ku sûd bidim.”   

Dr. Zeynep hin projêyên xwe jî ji me re parve kir û  got: “Li navçeya Dirbêsiyê em dixwazin nexweşxaneyek dayîk û zarokan ava bikin. Ji bo vê projêyê me kampaniya komkirina pere destpê kir. Heya salek herî zêde du salên din emê nexweşxaneya xwe amade bikin.”

Bi hêz û bawerî xebatên tendûristî pêş dikeve

Dr. Zeynep anî ziman ku xebatên tendûristî yên li Rojava bi gelek astengî û kêm derfetî re pêş ketiye û got: “Bijîşkên li Rojava bi hêz û bawerî xebatên tendûristî pêş xistine. Hevbeşiya şoreşê xebatên tebdûristî de jî xûya dike. Li nexweşxaneyên li vir ji aliyên alavên  teknolojik kêmasî hene. Di nav wan kêmasiya de jî kar tê meşandin. Tişta dihêle ku ev xebat bê meşandin baweriya gel û bijîşka ye.”

Dr. Zeynep ji bo beşdarbûna kongrê keyfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku di pêşketina xebatên tenduristî de ev kongre gelek girîng bû.

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Zeynep diyar kir ku piştî vegera Danîmarka de wê ji bo xebatên tenduristiyê yên Rojava bixebitê û got: “Ez dixwazim ku her bijîşk werê û Rojava bibîne. Li vir di aliyê pisportiya bijîşkan re alikar bibin û bi hevkarî bixebitin. Em dixwazin ku alikariya alevên tendurîstiyê jî bikin.”

Kongreya Pisporî ya Yekemîn a Nexweşî û Nojdariya Dil ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi belavkirina spasname ji semînervanan re bi dawî bû.

ANHA 


Mijarên Din