Kongreya "Pêşketin ji bo aştiyê" li Behrênê dest pê kir

Kongreya "Pêşketin ji bo aştiyê" li Menanê ku paytexta Behrênê e dest pê kir. Aliyê aborî ya plana aştiyê ya Amerîka li Rojhilata Navîn ji aliyê filistîniyan ve hate redkirin.

Şêwirmendê Koşka Spî Jared Kouchner di axaftina xwe ya di kongreyê de ku li otêla Menamayê li dar dikeve got, plana aborî dibe ku milyon kar derxe û betalê ji sedî 10 daxe.

Di aliyê aborî de, rêveberiya Amerîkayê berpirsên ji dewletên Kendavê, ereban bi rayedarên rojavayê û Îsraîlê re li hev dicivîne.

Li gorî plane qasî 50 milyon dolar ji bo Filistînê were komkirin, milyon derfetên kar ji wan re ferzkirin û berhemên herêmî du qat werin zêdekirin. Li gorî Koşka Spî pêkanîna planê dê 10 salan dewam bike.

Di kongreyê de wezîr û berpirsên darayî ji dewletên Kendavê, Stephen Manoucn Wezîrê Xezîna Amerîkî û mûdîra giştî ya sandîkeya diravî ya navnetewî  Christine Lagarde beşdar bûn.

Filistînî komcivînê red dikin û dibêjin ku divê behsa aliyê aborî neyê kirin, heta ku çareseriyên siyasî ji cewherê aloziyê re bê dîtin.

Dewletên Ereb ên ku beşdarî werşeyê li Behrînê bûne, rastî zextên filitîniyan tên, ku dibînin plan dê deriyê tesfiyakirina doza wan veke.

Ji 22 dewletên Ereb Îsraîl têkiliyên diplomasî tenê bi Urdun û Misrê re çênake û teqez kir ku van herdu welatan beşdarî komcivîna Behrênê ya ser asta wekîlên wezîrên darayî û Mexribê, bûn

Erebistana Siûdî ragihand, şandeyek bi serkêşiya Wezîrê Dirayî Mihemed Bin Ebdellah El-Cidan dê beşdarî kongreya Behrênê bibin.

(jo)


Mijarên Din