Kongreya PYD`ê ya Kobanê bi dawî bû

Kongreya 3`emîn a PYD`ê ya kantona Kobanê piştî erêkirina hejmarek biryaran û diyarkirina 12 endamên buroyên partiye, bi dawî bû.

KOBANÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro 3’emîn kongreya xwe ya kantona Kobanê li Navenda Çand û Hunerê a Kobanê li dar xist. Kongre bi druşmeya `Bi vîn û rêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û em ê Sûriyeyek nenavendî û demokratîk ava bikin` pêk hat. Zêdetirî 600 delege beşdarî kongreyê bûn. Piştî erêkirina hejmarek biryaran kongre bi dawî bû.

Di destpêka kongreyê de hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso axivî û qala pêwîstiya rêxistinkirinê di pêvajoya heyî de kir. Her wiha bi rasthatina salvegera 8`an a Şoreşa Sûriyê Eyşa Hiso helwesta opozîsyona ku bi Tirkiyê re xebitî û Sûriye wêran kirin şermezar kir.

Piştî xwendina her du raporên rêxistinî û siyasî yên partiyê, endamên partiyê hejmarek biryar û armanc erê kirin. Hinek ji biryaran ev in;

-Berfirehkirina têkîliyên dîplomasî û civakî bi gelan, partiyan, tevgerên demokratîk û kesayetan re.

-Geşpêdana perwerdekirina endaman ji aliyê rêxistinî û îdarî ve bi rêya dewreyên perwerdeyên bîrdozî û îdyolojî.

-Bi awayekî giştî piştgiriya hêzên leşkerî.

-Piştgiriya Berxwedana Serdemê bi tevahiya rêbazan heya ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

-Birêxistinkirina jinê di nav çalakiyên partiyê de.

-Perwedekirina jinan di aliyê siyasî, bîrdozî û rêxistinî re.

-Ji jinan re lidarxistina komxebatên fikrî û mafî.

-Danûstandina bi jinan re û avakirina ray girêdayî mafên jinê.

Ji aliyekî din ve beşdaran bawerî dan 12 endamên rêveber ên partiye; Buroyên jin, ciwan, malî û ragihandinê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din