Kongreya Star: 12’ê Adarê siyaseta rejîma Baasê têk bir

Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û destnîşan kir ku bi beşdariya gelên Sûriyê 12’ê Adarê veguherî serhildana gelan û hemû gelên Sûriyê siyasetên hewldana nakokiyên navxweyî û olperestî yên di navbera pêkhateyên herêmê de têk birin.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên Serhildana Qamişlo silav kirin û wiha ragihand:

"Îro 12 Adarê ye anku salvegera 16`mîn a Serhildana Qamişlo ye, çirûskên serhildanê li Stada Beledî ya Qamişlo dest pê kir û gihaşt bajarên Rojava, Heleb û Şamê û veguherî raperîna gelan. Rejîma Baasê hewldana derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de dikir, li ser vî esasî di maçê de komeke ciwanên Kurd li hemberî ciwanên Kurd tehrîk kirin û di encamê bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Di vê rojê de em şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bi hilkeftina Şoreşa Rojava û nexasim bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêmên Rojava ku gelên Sûriyê pêk ve beşdar bûne, siyaseta rejîma Baasê têk çû.

Lê daxuyaniya serokkomarê Sûriyê Beşdar El-Esed xizmeta gelên herêmê nake û berdwama siyaseta înkarkirinê û hişmendiya şovenîst a li dijî gelên herêmê û gelên Kurd bi taybet e, lewma aloziya Sûriyê kurttir dibe. Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî-Sûrî ye.

Em jî wek Kongreya Star nûnertiya beşek ji Rêveberiyên Xweser ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, her wiha em di wê baweriyê de ne ku tekane rêya çareseriya aloziyê projeya demokratîk e. Li ser vî esasî em bang li jinên Sûriyê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng, nenavendî û garantiya ewlehiya herêmê, yekdest bin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din