Kongreya Star 15`ê Tebaxê pîroz kir; Roja vejîna gelê Kurd bû

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 37`an a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û piştrast kir ku 15`ê Tebaxê di rêya azadiyê de hişyariyek çêkir û qeydên koletî û zordariyê şikandin û got: “Roja vejînê ya gelê Kurd e.”

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 37`an a Pêngava 15`ê Tebaxê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku piştî salên dirêj 15`ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir û wiha hate gotin:

 “15`ê Tebaxê dikeve sala 38`an. Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo azadiyê û vegerandina baweriya gelê Kurd bû, ku li ser destê dagirkerên Kurdistanê gelek zilm û zordarî dît. Ew pêngav di rêya azadiyê de hişyariyek çêkir û qeydên koletî û zordariyê şikandin. Ew roja vejînê ya gelê Kurd e, nexasim piştî serhildanên Kurdan ên hatine çewisandin û pêşengên wê bi qirkirinê re rû bi rû mabûn.”

15`ê Tebaxê ji bo vejandina îradeya azad û berxwedêr û avakirina mirovê azad bû. Li dijî hemleyên faşîzma Tirk li dijî gelê Kurd, 15`ê Tebaxê bersiveke hişk ji bo faşîzmê bû ku Kurdê azad û berxwedêr vegeriya jiyanê. Her wiha bersiva gotina Tirkan bû ya digot nasnameya Kurdî hatiye tunekirin û êdî venagere.

Çirûska Pêngava 15`ê Tebaxê ku bi berxwedana zindanan û agirê bedena Mazlûm Dogan û rojiya mirinê ya Kemal Pîr û Mihemed Xeyrî Durmuş û hevrêyên wan dest pê kir û li çiyayên azad belav bû, guleya yekemîn di dilê faşîzma Tirk de lêxist. Gelê Kurd û dostên wan ên azadîxwaz li dor fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kom bûn û ji hemû gelên herêmê re bû felsefeya jiyana azad.”

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan û di kesayeta fermandarê şoreşger şehîd Egîd de, li hemû şehîdên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din