Kongreya Star a Helebê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dest bi çalakiyan kir

Bi dirûşmeya "Em dê tecrîdê û faşîzmê bişkînin û neteweya demokratîk ava bikin", Kongreya Star a Helebê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva çalakiyek li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li beşa Rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê, Kongreya Star a Helebê çalakiya konvedanê li dar xist. Di bin konê çalakiyê de wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê bi pêşengiuya Leyla Guven, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Her wiha pankartên bi nivîsên "Ciwan fedayên serok Apo ne", "Bi pêşengiya Leyla Guven em ê asta berxwedanê mezin bikin û bi serok re azad bin" û " Biratiya Gelan xewna şehîdan e û xewna şehîdan armanca me ya bêdawî ye" hatin daliqandin.

Bi dehan şêniyên ji pêkhateyên taxê Kurd, Ereb û Tirkman ku cilên bi wêneyên Ocalan li xwe kirin û tev li çalakiyê bûn.

Çalakî xwendina daxuyaniya Kongreya Star destpê kir. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Fatima Hesen daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Ji v Helebê em berxwedana destanî ya ku li zîndanan mezin dibe silav dikin. Bi dirûşmeya Em dê tecrîdê û faşîzmê bişkînin û neteweya demokratîk ava bikin, em piştgiriya xwe bi tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê re bi pêşengiya têkoşera efsanewî Leyla Guven û ya ku derbasî qonaxa şehadetê bûye radighînin. Ev berxwedanî û vîn bingeha xwe ji berdewama berxwedana zîndana Diyar Bekir e(Amed) bi pêşengiya Mezlûm Dogan, Xeyrî Dirmûş, Sakîne Cansiz û berxwedana Îmraliyê digire. Ew têkoşer bedenên xwe kirin mûma ku hêdî hêdî dihele da ku asta têkoşînê li hember siyaset û binpêkirinên der heqê gelên bindest de pêk tên û tecrîda li ser Rêber Apo bişkê.

Li gel bêdengiya navdewletî û cîhanî, di zîndanên Tirkiyê de gelek siyasetmedar, rojnamevanên demokratîk dîl hatine girtin.Tirkiyê tevahiya şêwazên çewisandin dûrî exlaq û mirovahiyê der heqê dayikên girtiyan de dimeşînin.

Erdogan peymanên kirîna çekên giran ji bo ku şerê me bike mohr dike, em bi vîn û bedena xwe şer dikin. Bi vê berxwedana destanî mask li ser rûyên tevahiya dewlet, rêxistinên hiqûqî û mirovî ketin û eşkere bûn.

Ji vir ji keleha berxwedanê em bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Erdogan yên hovane û hevkarên wî şermezar dikin û em dibêjin, hûn nikarin vîna me heya pêkanîna projeya neteweya demokratîk bişkînin.

Em bang li tevahiya jinan dikin ku bi yekrêzî li dijî wan siyasetan bisekinin û daxwazên girtiyan di şikandina tecrîdê de bînin cih."

Paşê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed axivî, bi xêrhatina beşdarên çalakiyê kir, berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê û derve silav kir. Mizgîn Ehmed got:  "Şehîdan ku dirûşmeya 'Em ê tecrîdê bişînin, faşizmê têk bibin û Kurdistanê rizgar bikin' bang kirin û bi çalakiyên fedayî gihiştin şehadetê. Em ê armancên wan pêk bînin, çalakiyan dewam bikin heta tecrîda li ser rêbertî rakin"

Mizgîn Ehmed li ser rewşa siyasî got: "Zêdegaviyên Tirkiyê yên di demên dawî de û welatên din ên ku mûdaxeleyê Sûriyê dikin mîna Rûsya piştî hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyê hat. Delîlê vê  yekê komxebata rûspiyan a li Eyn Îsayê ya bi beşdarbûna girseyeke mezin ji eşîreyan ye ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina rêveberiya herêmê hat."

Mezgîn Ehmed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Rûsya xwest aloziya aborî ya welatê xwe çareser bike û Sûriyê wekî spargeha vê yekê dît û gelê wê kir qurbaniyê berjewendiyên xwe.

Çalakî dê hefteyekê dewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din