Kongreya Star a Rojava: Em hêvîdarin li Lubnanê aştî û aramî pêk were

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava diyar kir ku bi ew bi gelê Lubnanê re ye û wiha da zanîn: "Gelê Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şer, wêrankirin, talankirin, dagirkirin û koçberkirinê de azar kişandin, lewma êşa gelê Lubnanê hîs dikin. Em hêvîdarin ku li Lubnanê aştî, ewlehî û aştî pêk were.”

Têkildarî rewşa Lubnanê û teqîna ku duh li Beyrûtê pêk hat, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyeke nivîsîkî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin. Şifayê ji kesên birîndar re dixwazin.

Em Kongreya Star a Rojava di vê alozî û trajediya biêş de li rex gelê Lubnanê ne. Her wiha dizanin rewşên siyasî, nearamiya ewlehî, aloziya aborî û berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li ser gelê Lubnanê barekî mezin çêkir. Ev karesata jî rû da ku azarên lubnaniyan zêdetir bike. Ji ber azarên ku gelê Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şer, wêran, talan, dagirkirin û koçberkirinê derbas bûne re, ji lew bi êşa gelê Lubnanê dihesin, her wiha bi hêviya ewlehî, aramî û aştî pêk were û vê aloziyê derbas bikin."

ANHA


Mijarên Din