Kongreya Star bang li CPT’yê kir ku dev ji siyaseta durû berde

Kongreya Star a herêma Efrînê bang li CPT’yê kir ku siyaseta durû li beramberî rêber Abdullah Ocalan bi kar neyne, tecrîdê bi dawî bike, bi taybet piştî rapora ku tê de hate tekezkirin ku sûc di girtîgehê de têne kirin.

CTP`yê di hefteya derbasbûyî de raporek der barê encamên serdana dawîn ji rêber Abdullah Ocalan re diyar kir û di raporê de agahiyên ku tekez dike ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike, bêyî ku erka xwe li beramberî sûcan pêk bîne.

Di vê derbarê de Kongreya Star a herêma Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Sûrye Mistefa û bi zimanê kurdî ji aliyê Zehîda Mamo ve hat xwendin. Bi dehan endamên Kongreya Star û koçberên Efrînê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hate kişandin: "Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê em bi tundî van kiryar û siyaseta dewleta Tirk şermezar dikin. Tecrîda girankirî yê li ser rêber Apo siyaseta AKP'ê ya desthilatdar û neqebûlkirina Tirkiyê ji gel û kêmnetewên din diyar dike. Ji ber vê siyaseta qirêj yên girtin, revandin û qetîlkirin di bin navê hincetên cur bi cur de tê kirin. Dewleta Tirk di şexsê rêber Apo de daxwaza lawazkirina îradeya gelan û bi taybet gelê Kurd dike. Erdogan bi rêya girankirina tecrîdê li Îmraliyê felsefeya rêber Apo hedef digire, lê rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê veguhest çavkaniya azadiya gelan û lêgerîna heqîqetê.

Dewleta Tirk li kêlek meşandina tecrîdê û rênedana hevdîtinên rêber Apo û parêzerên wî ve, êrîşî fikrê azadiyê dike. Em rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê van kiryaran, bêdengiya cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan û rêxistina CPT'ê şermezar dikin. Sonda me ew e ku em ê pergala Îmraliyê bişkînin û rêber Apo azad bikin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din