Kongreya Star bang li jinên cîhanê kir

Kongreya Star a navçeya Silukê ya girêdayî kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Kongreyê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li rex wan bisekinin, destkeftiyê mezin û qurbaniyên ku hatine dayîn paşguh nekin.

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê, Kongreya Star li pêş çerxeriya Şaredariya navçeya Silukê ya kantona Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa bajarokê Hemem Tirkmen Şahe Esaf ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Sûriye û herêm di rewşên awerte û demeke çarenûsê ya watedar re derbas dibin. Gefên Tirkiyê û anîna leşkeran li ser sînor da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, weke çawa Efrîn, Cerablus, Bab di nava bêdengiya navdewletî û herêmê de û di nava girêbestên dewletên ku dixwazin ji nû ve çeteyên  DAIŞ’ê vegerin qadê dagir kiriye. Ew jî piştî hêzên me ji QSD’ê, YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê ji ber tevahî cîhanê ve tevahî xak û rûmet ji qirêjiya hovên mirovahiyê rizgar kir. Jinan lehengiyeke bêhempa ku mîna wê di cîhanî de nehatiye , li dar xist. Di refên yekemîn de weke dayik, xwişk û şervana felsefeya nateweya demokratîk, piştî ku di dema DAIŞ’ê de li sûkan dihat kirîn û firotan, şer kir. DAIŞ’ê destdirêjî bêyî qedexekirina mirovahî yan olî lê dikir. Bi laçikên reş ji serî heta tiliyên lingan dihat pêçan ku weke çawa ew derexlaqiyê tîne.

Ji lew re soza didin şehîdên ku beriya me şehîd bûne weke Cûdî, Sara, Avêsta û Barîn ku li pey rêç û soza wan in û xwîna wan a paqij ku xak av daye da ku bi ewle û aştî jiyan bikin jî ji bîr nakin. Her wiha jî bang li NY’yê û tevahî jinên cîhanê dikin ku li rex me bin û alîgiriya maf û xwestekên me yên rewa bikin û destkeftiyên mezin ên bi xwîna şehîdan pêk hatine, paşguh nekin, da ku berjewendiyên dewleta dagirker a Tirk rawestînin. Ji wê jî zêdetir hewldanên berdewam ên dijminatiyê û vegerandina li îhanet û tecawizkirinê weke bûyera li Şengalê pêk hatiye, bi dawî bikin.

Em û di diruşma"Xak, xaka me û em ê biparêzin, parastina xak û rûmet dê mêtîngeriya DAIŞ’ê ya nû têk bibin" ya ku dewleta Tirk piştevanî û piştgiriya wê dike. Dê her tim ji bo parastina xak û rûmeta xwe amade bin û di oxira wê de canê xwe bidin, weke me çawa li Şengal, Kobanê, Reqa û Dêrazorê kiriye.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedan û têkoşîna jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din