Kongreya Star: Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd berdewam e

Kongreya Star a herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya 15 çalakvanên ku di 30`ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir, daxuyaniyeke nivîskî da.

Ji bo piştgiriya 15 çalakvanên ku di 1`ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kir û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lêkirina dîwar li derdora Efrînê, Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê bi amedebûna bi dehan jinan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Jineolojiyê Dîcle Heyder ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Firatê em pêngava birûmet a greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav dikin. Em dibêjin ku gelê Kurd di dîrokê de bi berxwedan û têkoşînê hatiye naskirin, ji ber vê yekê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke bêhempa meşand, lewma jî hemû jiyana gelê Kurd bi destan û efsaneyên qehremanî û lehengiyê dagirtî ye. Berxwedana gelê me êdî bûye çandek û her roj asta têkoşînê li beramberî faşîzmê bilindtir dibe.

Pêngava greva birçîbûnê ya ku di 8`ê Mijdarê de bi pêşengiya jina leheng hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guvan dest pê kir û bi armanca şikandina tecrîda li ser rêberê azadî û aştiyê rêber Apo ye, her roj mezintir dibe û li hemû deveran belav dibe. Bi dirûşma “Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin” careke din vê pêngava birûmet gelê Kurd û hemû gelên azadîxwez li seranserî Kurdistanê û tevahiya cîhanê gihandin hev û dengê azadiyê bilind kir. Li hember polîtîkayên îmha û qirkirinê ya ku di serî de dewleta faşîst  Tirkiyê li ser gelê Kurd û rêber Apo dide meşandin, di her kêliyê de kiryarên derveyî exlaq li ser gel dide meşandin. Ji ber vê yekê jî rojê bi dehan jin û ciwanên Kurd tên destgîrkirin û girtin. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe li Kurdistanê kûrtir bike û destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin, careke din bixe bin kontrola xwe. Ev zîhniyeta dagirker li Efrînê şênber dibe û careke din xwest bi rêya lêkirina dîwarê şermê hovîtiya xwe li hember îradeya gelan zindî bike.

Îro bi hezaran kes tev li pêngava greva birçîbûnê bûne, ne tenê yên li derve, lê belê ji ber ev pêngav li ser xeta berxwedana zindanan a 14`ê Tebaxê ye, bi sedan hevalan ku li Bakurê Kurdistanê di hundirê zindanan de tev li greva birçîbûnê bûne.

Her wiha çalakiya grevê di 30`ê Nîsanê de derbasî qonaxeke din bû ku 15 hevalên din ên di zindanê de derbasî rojiya mirinê bûn.

Li ser bingeha gotina hevalê Mazlûm Doxan “Berxwedan jiyan e” her roj û di her kêliyê de bi vîn, têkoşîn û netewandina serê xwe, siyaseta faşîzmê têk dibin.

Em careke din vê pêngava birûmet, biheyacan û kelancanek mezin silav dikin. Em vê bêdengiya navneteweyî jî şermezar dikin û banga me ji hemû sazî û dezgehên ku bi navê mafên mirovan bang dikin ku vê bêdengiya xwe bişikînin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana Leyla Guven”, Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.

(şm-hh)

ANHA


Mijarên Din