Kongreya Star: Ciwanên Rojava bi rihê Fermandar Egîd efsaneyên lehengiyê nivîsandin

Koordînasyona Kongreya Star derbarê 15’ê Tebaxê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê bi rih û  fedekariya Fermandar Egîd, ciwanên YPJ û YPG  efsaneyên lehengiyê nivîsandin. Bûn pêşengên ciwanên di nava QSD’ê de û ji cîhanê re bûn mînak.”

Koordînasyona Kongereya Star der barê 15’ê Tebaxê de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye;

“Em di kesayeta Fermandar Egîd de tevahiya şehîdên tevgera azadiyê bibîr tînin. Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li giyanê şehîdan û li tevahiya gelê me û gelên azadîxwaz pîroz dikin.

Beramberî hemû rengê zilma faşîzm û înkarê hebûna gelê Kurd bi teqandina fîşeka destpêkê ya di bin Fermandariya şehîd Egîd de rupeleke nû di dîroka gelê Kurd de da destpêkirin. Gelê Kurd kefen qetand û   jiyaneke nû afirand. Bi hezara keç û kurên Kurd berê xwe dan qadên azad û ji hemû şoreşgerên cîhanê re bûn hêviyek. Bi hezaran bûn hewariyên ku ji bo edalet, wekhevî,  jiyana azad û  bi rumet. Bi qehremanî şer kirin, li her çar aliyê Kurdistanê bûn pêşengê avakirina civakeke  azad û demokratîk a bi pêşengtiya jina azad.

Li Rojavayê Kurdistanê jî bi rih û  fedekariya Fermandar Egîd ciwanên YPJ û YPG  efsaneyên lehengiyê nivîsandin. Bûn pêşengên ciwanên di nava QSD’ê de, ji Ereb, Suryan, Turkmenan herêmên xwe parastin û ji cîhanê re bûn mînak.

Îro jî li Heftenînê  di kesayeta Şehîd Esmer, Şehîd Nucan de efsaneyên nû tên nivîsandin ku rûpelê dîroka zêrîn zengîntir dike. Bi sekna gelên herêmê yê berxwedêr re dibe yek û erşê faşîzmê hildiweşîne.

Careke din dubare 15’ê Tebaxê pîroz dikin û  her serkeftin a gelê berxwedêr be.

Bijî tekoşîna gelê Kurd

Bijî tekoşîna gelên berxwedêr.”

ANHA


Mijarên Din