Kongreya Star der barê “herêma ewle” de daxuyaniyek da

Kongreya Star a navçeya Şedadê bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêma ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze ava bike, herêmeke dagirkeriyê ye, ne ya ewlehiyê ye

Helwestên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêkhate û hemû saziyên sivîl li Bakurê Sûriyê berdewam dikin û tekez dikin ku dê berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bikin.

Di vê çaroçove yê de Kongreya Star a navçeya Şedadê daxuyaniyek da û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. Gelek endamên saziyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, ditirse. Ji dema ku dewleta Osmanî beriya 400 salan ve welat dagir kir û bi hinceta îslamê desthilatdariya xwe li ser herêmê ferz kir, artêşek ji zarokên welat şandin da ku şerê birayên xwe bikin, civak di nava paşketinê de ma, bac û biryar ferz kirin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker îro dixwaze “herêmeke ewle” ava bike, lê gelê demokratîk xwe kirine mertalên zindî û ji cîhanê re tekez kir ku dev ji axa xwe bernadin, ji ber herêma ewle herêmeke dagikirî ji aliyê Tirkiyê ve ye, gel jî derbasbûna Tirkiyê ji xaka xwe re red dikin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Erdogan careke din dixwaze xaka wan dagir bike, bi saya xebatên ku li eniyan têne kirin amade ne ku li hember êrîşan bisekinin.

Di dawiyê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û banga yekitiyê li dijî dagirkeriyê hatin avêtin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din