Kongreya Star: Divê dewleta Tirk bê cezakirin

Kongreya Star a li Lubnanê ji civaka navneteweyî  xwest ku dewleta Tirk ji ber kiryarên ku li dijî jinên efrînî pêk tîne, ceza bike.

Endamên Kongereya Star şaxê Lubnanê li Beyrûtê kom bûn û bi daxuyaniyekê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tayebtî li dijî jinan pêk tînin, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate bibîrxistin:

"Em wek jinên Kongreya Star binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar dikin û em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan dikin ku bê deng nemînin û sînorekê ji bo pinpêkirinên dewleta Tirk û kiryarên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tînin, deynin.

Divê ew bên cezakirin, ji ber ku ev sûcên şer in û em bi hêvî ne ku ji bo parastina jina piştigirî were dayîn.

Di heman çarçoveyê de em kiryarên ku li dijî welatiyên Kurd pêk tên, wekî qetilkirina Bariş Çakan bi destê hin komên faşîzt ên Tirkan, şermezar dikin. Bi sedan Kurd tenê ji ber ku mafên xwe yên çandî  û civakî pêk tînin, tên kuştin. Ka wijdanê cîhanî , kanî mirovahî? " 

ANHA  


Mijarên Din