Kongreya Star: Em êrişên li dijî civaka xwecih û endamên Zapatîstayê şermezar dikin

Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrişên li dijî civakên xwecih ên Meksîkayê û endamên Zapatîstayê û diyar kir ku “Em êrişên ji hêla komên çeteyan ve li dijî civakên xwecih û endamên civaka Zapatîsta û Encûmena Xweser a xwecih têne kirin şermezar dikin. Divê hikumeta Meksîkayê van komên çekdar ceza bike û daxwazên civakan bi cih bîne.”

Di daxuyaniya Kongreya Star a nivîskî de wiha hate gotin:

“Em wek jinên rojavayê Kurdistanê û wek jinên têkoşer, vê bersiva bangewayiza piştgiriyê ya xwişk û birayên xwe yên xwecih ên li Meksîkayê didin. Civakên xwecih tên êrişkirin ji komên paramîlîter û dewleta Meksîkayê tu ewlehî nagire berhamberî parastina gelê xwecih, ev yek pêşiya êrişan vedike.

Wekî van êrişan li dijî me bin me diêşînin, ji ber em xwe di hemî rastiyên hevrêyên me li Meksîkayê derbas dibin, dibînin. Êrişên li dijî gelên li ber xwe didin û cîhaneke nû ava dikin û diafirînin her berdewam in, çi ji hêla dewletê ve bên, çi ji komên paramîlîter û çi jî ji çeteyan.

Ev êriş gelên xwecih hedef digire li dijî projeyên mezin, axa wan talan dikin derdikevin, ên xwe bi şêwaza demokratîka rasterast rêxistin dikin, yên ji bo civakek wekheviya zayendî û ekolojîk têdikoşin, yên li dijî globalîzma kapîtalîst diseknin.

Pergala baviksalar a di rûyê dewleta Meksîkayê xwe pêşkeş dike, berpirsiyar e ji bo êrişên li ser civakên Zapatista û ji windakirin, kuştin û destdirêjiya zarok û jinan. Ev heman pergale li Efrîn guhertina demografîk pêk tîne û heroj dibe sedema revandin, destdirêjî û kuştina jinan ji hêla dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ve ye.

Ev projeyên alternatîf in yên îspat dikin yên cîhaneke din a li derveyî netewedewletan yên kapîtalîst û baviksalar gengaz e, û ji ber vê yekê ji hêla netewdewletan ve têne êrişkirin û krîmînalîzekirin. Çawa li Chiapas, êrişî gelên xwecih tê kirin, li vir jî li bakur û rojhilatê Sûriyê gelê xwecih tê êrişkirin, kuştin û koçberkirin.

Şerê kontrgerîlla yên li dijî EZLN tê meşandin wek şerê taybet û krimînalîzekirin ne cuda ye ji şerê hemberî YPG, YPJ an QSD, hêzên me yên xweparastinê. Bêdengiya dewletên li seranserê cîhanê hemberî van hemî tundûtûjiyan pêjirandina wan û hevkariya wan nîşan dide. Ew êriş di xizmeta berjewendiyên wan ên serwerî û mêtinkariya gel û erdan de ye. Ger têkiliya van koman a rasterast bi dewletê re tune jî, wan di derheqê van sucan de ji berpirsiyar in.

Tevî hertiştî, em ê teslîm nebin, lê berxwedana xwe xurt bikin, ji ber jiyanek azad, taybet ji bo jinan, di pergala baviksalarî ya serdest de ne pêkan e. Tenê bi xwerêxistinbûn û xweparastina civak û gelan û hevgirtina navnetewî gengaze gelan û xweza di nav hevseniyê de bijîn.

Em êrişên yên ji hêla komên çeteyan ve li dijî civakên xwecih û endamên civaka Zapatista û Encûmena Xweser a xwecih têne kirin şermezar dikin. Em bang dikin, hikûmeta Meksîkayê hebûna van komên çekdar ceza bike û daxwazên civakên li Chiapas bi cih bîne.

Em hemî hevgirtin, hêz û hezkirina xwe ji civakên xwecih û Zapatîsta re, yên mînakek birûmet û wêrekiyê ne ya îsbat dikin ya cîhanek nû gengaz e dişînin û her weha ji hemî jinên li Meksîkayê li dijî qirqirina jinan têkoşînek dîrokî bi rê ve dibin li Meksîkoyê.

Her çi qas em dûr bin jî, em dîsa ji we re dibêjin, têkoşîna we têkoşîna me ye, çawa şoreşa me şoreşa we ye. Têkoşîn didome, ji ber ku berxwedan jiyan e!

Jin Jiyan Azadî.”


Mijarên Din