Kongreya Star kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gorên şehîdan şermezar kirin

Kongreya Star a bajarê Helebê binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember goristanên şehîdan şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi kiriyarên xwe qanûnên navneteweyî binpê dike.

Dewleta Tirk kiryarên xwe yên dermirovî yên rûxandina goristanên şehîdan li Bakurê Kurdistanê, dewam dike. Di vê der barê de, Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Rêveber û endamên Kongreya Satar û nûnerên partiyên siyasî yên taxê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em binpêkirinên dewleta Tirk-Erdogan ên rûxandina pîrozî, nirx û mîrasên gelan ku goristanên lehengan in, ên ku di oxira azadiya  gelan de canê xwe feda  kirine, bi tundî şermezar dikin.

Hikumeta Erdogan bi hemû hêza xwe hewl dide desthilata Osmaniyan ji nû ve vegerîne. Lewra gel ditirsîne û kiryarên dijmirovî wekî kuştin, rûxandin û şerê derûnî pêk tîne. Tu ol an mezheb van kiryaran qebûl nakin.

Cîhan li hemberî van kiryaran dengê xwe dernaxe. Erdogan hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û goristanên şehîdan û sivîlan topbaran dike. Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? 

Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî û xwediyên wijdanan dikin ku bi lez destwerdanê bikin û van karên terorî û nerewa rawestînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên ku dagir dikin, goristanên şehîdan dirûxînin. Gelek rapor û belgeyên ku tespîta wê yekê dikin, hatin belavkirin. Ev yek siyaseteke sîstematîk e ku li dijî gelên herêmê tê meşandin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din