Kongreya Star komkujiya li Kortekê şermezar kir

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava komkujiya li Çiyayê Kortek ê Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, ev komkujî encamên netehemûlkirina wendakirina hilbijartina Stenbolê ya Hikûmeta Erdogan e.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker şevê din li çiyayê Kortek ê Binarê Qendîlê yê Başûrê Kurdistanê pêk anî bû ku di encamê de  ji malbatekê 3 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn daxuyeniyeke nivisîkî ji bo raya giştî ya cîhanê re pave kir.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava got:  

"Wekî her car, êrîşên dagirkeriya navdewletî li ser herêma Rojhilata Navîn û li ser  gelê Kurd, di heman demê de li hemberî destkeftiyên azadiya gelên demokratîk û azadîxwaz,  çareke din  ketiye meriyetê, dixwazin bi van êrîş û qetliyaman ve polîtikayên xwe yên dagirkerî û desthilatdarî bixin rojevê û siyaseta cîhanê ji bo berjewendiyên xwe ser û binê hev bikin.

Êrîş û komkujiyek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser çiyayê Kortekê ya girêdayî  herêma Binarê Qendîlê ye, pêkhat.  Di encama ev êrîşa dewleta dagirker a Tirk  de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar hene. Em wek Kongreya Star vê êrîş û komkujiyê şermezar dikin. Em ê bi rêya têkoşînkirina maf û çalakiyên demokrasiyê ve nerazîbûnên xwe bidin diyarkirin.

Komkujiya li çiyayê Kortek  encama hevkariya hêzên ku li dijî aşitî û demokrasiyê tevdigerein e. Her wiha, hewil didin ku vê êrîş û komkujiyê rewa bikin û dixwazin gelên heremê ji cihê wan bidin valakirin.  Bi vê rêbazê ve dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin.

Encama van bikaranînên polîtîkayên wan ji ber netehemûlkirina wendakirina hilbijartina Stenbolê ya Hikûmeta Erdogan e. Dîsa, dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan  ji ber binketina aboriyê di nava şerên desthilatdariyê de cihê xwe digre. Li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têkoşîna azadiyê wê bê dayîn û gelên heremê wê tu caran bêdeng nemînin.

Em wekî Kongreya Star em hemû êrîşên ku li ser gelên sivîl pêk tên şermezar û laanet dikin. Em ji malbatên sivîlên ku di encama komkujiyê de şehîd bûne re sersaxiyê dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfaya xêrê û silametê dixwazin."

ANHA


Mijarên Din